Civak

Kurdistan pabendê parastin û pêşvebirina aşitiyê ye

Bi helkefta çil û nehemîn salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li birêzan Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encumena Navendî ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û zanayên birêzên ola Îslamî ya Kurdistanê dikîn ku roleke karîger û bi bandor li bihêzkirina bingehên pêkvejiyan û kultûra lêborînî û aştiya civakî û rêgirîkirina li geşkirina bîra tundiya li Kurdistanê heye. Bi çavê rêz û pêzanînê ve li rol û erkê wan yê pir biha dibînîn.

Her bi vê boneyê ve dûbare tekez li ser kultûra resena mirovdostî û aştîxwazî û hevdû qebûlkirina li Kurdistanê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyan ve dikîn, ji bo vê armanca pîroz jî Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştevaniya berdewam, ji bo niştiman û gelê me li karê dilsozaneya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dike.

Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/09/2019

Back to top button