Nivîsar

PKK teqîna Pasûrê li xwe girt lê…?

PKKê teqîna li ser rêya Pasûr-Mûşê lixwe girt ku têde 7 gundiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 10 gundiyên din jî birîndar bibûn.

HPGê bi vê çalakiyê xwedî derket û dide xûyakirin ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane hemû cerdevanin(Gundparêzin).

HPG di daxûyaniya xwe de dibêje: “Ev çalakî dema derbasbûna wesayîta kontra têdebûn pêk hat. Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûne.“

Tê zanîn ku, di 12ê Îlonê de li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û bajarê Mûşê de, mayînek bi wesayîta gundiyan ve teqiya. Di encama wê teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes birîndar bibûn.

Dema ev bûyer çêbûyî hevserokên HDPê civînek rojnemevanî li darxistin û ev bûyer bi tundî şermezar kirin. Dabûn xûyakirin ku, divê dewlet tawanbarên vê bûyerê derêxe holê û tawanbar bêne cezakirin. Ji aliyek din hinek partiyên din yê kurda jî li bakur ev bûyer şermezar kirin.

Niha eşkereye ku PKKê ev bûyer kiriye û ev ne cara yekeme PKK  li himber xelkê sivîl van çalakiyan dike. PKK îdia dike ku kesên hatin kuştin û birîndarkirin hemû sîxûr û kontrane. Niha rastiyek heye ku, xelkê herêmê kesên jiyana xwe ji dest dayîn û hatîn birîndar kirin nasdikin. Herkes dizane ku kî kiye.

Herweha hinek aliyên siyasî serdana malbatên ku bûyin qurbanî kirin . Li vê derê pirs ewe ku ji bo çi dema mirov vê bûyerê şermezar dike û dixwaze tawanbar bêne eşkere kirin. Lê piştî yên ev tawan kirîn bi xwe didin xûyakirin ku wan ev çalakî kiriye. Deng ji kesekî dernakeve. Bûyer ji aliyê PKKê ve hatiye kirin, gelo ji bo çi ew aliyên bûyerê şermezar dikin navê PKKê nadin ?

Niha li Bakur dema dewlet li himber xelkê deverê tiştek xirab dike yan tedariyekî li xelkê dike, di cih de aliyên siyasî bûyera dewlet dike şermezar dikin û vekirî didin xûyakirin ku dewletê ev tawan kiriye. Lê dema PKK li dijê xelkê sivîl çalakiyekî dike, aliyên siyasî bûyerê şermezar dikin , lê behsa yên bûyer kirin nakin.

Ev yek nabe, ev dibe sedem ku ev çalakiyên bi vî awayî zêdetir dibin. Bila HDP çend parlementerên xwe rêbikin deverê, bila serdana malbatên qurbaniyên bûyerê bikin û bizanin ku ka gelo yên di vê bûyerê de bûyîn qurbanî, kontrane yan xelkek sivilê , yan jî gundine ku bê tawanin.

Carê dewlet li himber xelkek sivil tawanê dike, hinek gundî dibin armanca çekên leşker û polisan. Dewlet di cih de dide xûyakirin ku kesên bûyîn armanca çekên wan “ teroristin“. Lê li himber vê partîyên siyasî û dezgehên sivîl li deverê lekolina dikin û pêwendiya bi malbatên bûyin qurbanîre datînin û ji Raya Giştî re didin xûyakirin ku kesên bûyin qurbanî ne çekdarên PKKê ne, sivilin yan jî gundine.

PKK jî bi mejiyê dewletê kî dikujê dibêje ku, kontrane. Lê her kesek bê denge. Nadin xûyakirin ku ka rastî ev kesên bûyin qurbanî kîne.

Ev siyaseta durû tu cara nahêle rastiya bûyera eşkere bibe û siyasetek tirsoneke . Lê newêrin dengê xwe bilind bikin.

Nûçe/Analîz

 

Back to top button