Lêpirsînek berfireh hate kirin

Kompanya lêkolînê ya bi navû deng , Dezgehê Lêkolîn, Nirxandin û Analîzê (ADA) di derbarê rewşa Tirkiye de lêpirsînek berfireh pêkanî. Ev lêpirsîn di rojên 19-30ê Tebaxa 2019ê de hate kirin. Li 26 parêzgeha li gel 1721 kesekî hatiye kirin û temenê wan li ser 18 salîre ne. Gelek pirsên cuda hatin kirin. Lê ya herî balkêş di derbarê damezirandina partiyên nû de bû.

Pirs: Pêwistiya Tirkiye bi partiyek nû heye?

Belê: % 32.2
Na : % 56.4
Ez Nizanim: % 11.1

Di rojeva siyaseta Tirkiye de hewldanên damezirandina hinek partiyen nû heye. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, wezîrê berê Ali Babacan ji bo damezirandina partiyek nû de di nava çalakiya de ne. Herweha tê gotin ku kandidatê CHPê yê serokkomariyê Muharem Ince jî dê partiyek ava bike.

Pirs: Eger ev hersê partiyên nû bêne damezirandin, hun dê dengê xwe bidin kijan partiyê?

Ali Babacan: % 10
Ahmet Davutoglu: % 7.3
Muharem Ince: % 9.5

Pirsa herê dawî hat kirin.

Pirs: Îro hilbijartin çêbibin hun dengê xwe didin kijan partiyê?

AKP : % 37.5
CHP : % 22.8
Partiyên nû bêne avakirin: % 11.5
MHP: % 9.5
HDP: % 9
IYI Partî: % 7
Partiya Seadetê: % 0.9

Nerîna min :