Civak

Li Kurditanê sala nû ya xwendinê destpêkir

Li Kurdistanê sala xwendinê ya nû dest pê kir û jibilî dibistanên bi zimanê Kurdî, her pêkhateyek xwediyê wê azadiyê ye bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û di vê çarçovê de bi dehan dibistanên pêkhateyan li Kurdistanê hene.

Li Herêma Kurdistanê di asta seretayî, navendî û lîseyê de, sala xwendinê ya nû dest pê kir û xwendekaran berê xwe dan dibistanan.

Li gel dibistanên bi zimanê Kurdî, dibistanên ku zimanê wan ê xwendinê, asûrî, ermenî, erebî û tirkmenî ye jî dest bi sala xwendinê kirin.

Li Herêma Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê tirkmenî, cara yekem, 26 sal berî niha, piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezrandin, dest pê kir.

Li Herêma Kurdistanê pêkhateyên weke Asûrî, Keldanî, Ermenî, Ereb û Tirkmen, dikarin dibistanên ku bi zimanê wan perwerdehiyê didin, bi ser Wezareta Perwerdehiyê ve vekin.

Li gor madeya 14 a destûra Herêma Kurdistanê, jibilî perwerdehiya bi zimanê Kurdî pêkhateyên li Kurdistanê yên weke Asûrî, Keldanî, Ermenî, Ereb û Tirkmen jî dikarin bi zimanên xwe perwerdehiyê bidin û bibînîn.

Li Herêma Kurdistanê, di 18 dibistanên bi zimanê tirkmenî de, 2 hezar û 853 xwendekar perwerdehiyê dibînin. Herwiha 48 dibistan hene ku bi zimanê suryanî yê Keldanî û Asûriyan, perwedihiyê didin û di van dibistanan de jî 7 hezar û 506 xwendekar hene.

Herwiha li Herêma Kurdistanê ku 5 ziman bi awayekî fermî hatine naskirin, her pêkhateyek xwediyê wê azadiyê ye ku bi zimanê xwe televizyon, radyo û rojname veke û weşanê bi zimanê xwe bike.Li Herêma Kurdistanê 9 televîzyonên taybet hene ku bi zimanên tirkmenî û suryanî weşanê dikin.

Back to top button