Civak

Kurdistan li ser derya petrolê ye

Şirketa petrolê ya Fransî Total li Kurdistana Başûr serkeniyek mezin ya petrolê dît. Di vê serkaniyê de rêjeyek mezin gaz jî heye.

Li gora nûçeya ajansa Rueters şirketa TOTAL a Frensî li herêma Kurdistanê serkaniyek  bi hêz ya petrolê dîtiye. Berpirsê şirketa TOTAL Arnord Briolak di vê derbarê de daxuyaniyek da û got: Serkaniyek mezin ya petrolê li herêma Kurdistanê hatiye dîtin. Di vê serkaniyê de gelek petrol û gaz heye. Ev yek encamê xebata me ya berfireh li Kurdistanêye.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de berpirsê TOTAL dibêje:  Em bawerin ku ev serkaniya nû ya petrolê dê rojana navbera 32 hezar û 39 hezar birmîl petrolê derêxe. Wek din rojane 20 heta 30 milyon M3 gazê jî derêxe.

Back to top button