Kultur

Zanîngehek ku bi Kurdî perwerdehiyê bike dadimezrê

Saziya Xêrxwaziya Mezopotamya (Mezopotamya Vakfi) ji bo zanîngehek ku bi zimanê Kurdî perwerdehiyê bike dê serî li Lîjneya Perwerdehiya Bilind (YOK) bike. Li vî warî de akademîsyenên pîspor grubekî pêkanîne û ji bo amadekirina raporeke ji plan û stratejiyê dest bi xebatan kirine.

Mahmut Tugrul Sekreterê Giştî yê Saziya Xêrxwaziya Mezopotamya da zanîn ku ji bo serî li Lîjneya Perwerdehiya Bilind (YOK) bidin wan pêwîstî bi vê rapora fizibilite heye. 

Her wiha Tugrul da zanîn ku 2014 an de dê serî li Lîjneya Perwerdehiya Bilind bidin û eger serîlêdana wan bi awayeke erênî be, dê li salên perwerdehiya 2015-2016 an de dest bi perwerdehiyê bikin. Her wiha got: Li vî warî de pêwîstiya me dê mamosteyên şareza û pîsporan jî hebe, ji bo vê yekê armanca me ya yekem ewe ku em li vê zanîngehê de mamosteyên baş û pîspor perwerde bikin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button