Polîtîk

Îranê di hefteyekê de 14 Kurd îdam kirin

Rejîma Îranê di hefteyekê de, herî kêm 40 kes ku di nav de jin û zarok jî hebûn îdam kirin. Ji wan 14 Kurd in ku 2 jê siyasî ne. Di rewşa heyî de 6 jê siyasî 8 girtiyên Kurd li ber sêdarê ne. Zêdebûna darvekirinan a di dema Serokkomariya Hesen Rûhanî de ku ‘nerm’ dihat binavkirin, hêviyên ji bo guherînên li warhe mafên mirovan de kêm kirin.

Rejîma Îranê ji 25’ê Cotmehê roja Şemiyê heta 31’ê Cotmehê roja Pêncşemê li şeş girtîgehan herî kêm 40 kes îdam kirin. Çavkaniyên mûxalîf ên Îranî radigihînin ku ji meha Tebaxê dema destpêkirina Serokkomariya Hesen Rûhanî û vir ve, herî kêm 224 kes hatine darvekirin.

Rayedarên Îranê bi awayekî fermî qebûl kirin ku di sala 2013’an de 304 kes hatine darvekirin. Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî jî li gor çavkaniyên xwe yên ‘pê bawer’ ragehand ku 234 kesên din jî hatine davekirin, lê belê ji aliyê rejîmê ve nehatiye qebûlkirin. Li gor Rêxistina Efûyê tenê di hefteya borî de herî kêm 20 kes hatin darvekirin.

Di nava kesên di hefteya dawî de hatine darvekirin, 14 Kurd hene. 12 ji wan darvekirinan li girtîgeha Ûrmiyê hatin kirin. Di 26’ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr hat darvekirin. Di heman rojê de li girtîgeha Selmasê girtiyê siyasî yê Kurd Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejîmê ve hat îdamkirin.

Di 29’ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê 9 jê mêr, 2 jê jin bi giştî 11 kes hatin darvekirin. Hat ragehandin ku 7 ji van ji ber mehkûmiyeta wan a ji bazirganiya narkotîkê, 4’ê din jî ne nasnameya wan ne jî gunehên wan nehatin eşkerekirin. Di 30’ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê Kurdekî bi navê Rehîm Reşîdî hat darvekirin. Reşîdî yê 50 salî zewicî û bavê 5 zarokan bû. 4 salan li Girtîgeha Şîrazê dihat ragirtin. Hat îdîakirin ku Reşîdî bi bazirganiya madeyên dihat tawanbarkirin û li girtîgehê dihat ragirtin.

Îranê di 25’ê Cotmehê de jî wek bersivdana êrîşeke li ser sînor, 16 kesên Belûcî îdam kiribûn. Serdozgerê Eyaleta Sîstan Belûcîstanê îdîa kiribû ku kesên hatine darvekirin, ‘pêwendiya wan bi komên dijminê rejîmê re hebûye.’

8 Kurd ji bo darvekirînê, bo girtîgeha Urmiyê hatine veguhestin

Dadgeha Bilind a Îranê di 30’ê Cotmehê de cezayê darvekirinê yê li Sîrwan Nîjawî, Îbrahîm Îsapûr, Mensûr Arwend û Saman Nesîmî hatibû birîn, pesend kir. Her çar kesên ji bajarên Serdeşt û Mêrîwan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo werin darvekirin veguhastin girtîgeha Ûrmiyê. Wekî din girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Lokman Mûradî yên derheqê wan de biryara darvekirinê heye, di her kêliyê de metirsiya darvekirinê li ser wan heye.

Ew her du girtî, di bin îşkenceyên giran de hatibûn neçarkirin ku berpirsyariya bûyereke kuştinê ya sala 2009’an bigirin ser milê xwe û di sala 2010’an de jî cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar dike ku li Îranê ji ber dozên ne dadperwer cezayê darvekirinê li girtiyan tê birîn û destnîşan dike ku di dema dozan de jî îşkenceyên giran li girtiyan tê kirin, daku li xwe mukur werin.

Herwiha cezayê darvekirinê yê li girtiyên Kurd Lezgîn Xanî û Kamîl Bûtî hatine birîn jî, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin. Ew her du girtî jî ji bo bên darvekirin birin girtîgeha Ûrmiyê.

Li Îranê ji 2007’an heta niha herî kêm 12 girtiyên Kurd yên siyasî hatine darvekirin. Di 2007’an de Hasan Hîkmet Demîr yekemîn mîlîtanê PJAK’ê yê ku hat darvekirinê bû û 11’ê mijdara 2009’an de jî Îhsan Fetahiyan hat darvekirin. Di 6’ê Çileyê 2010’an de jî Fesîh Yasemînî, di 9’ê Gulana 2010’an de Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulu hatin darvekirin. Di 27’ê Çileya 2011’an de jî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê Ferhat Tarîm, li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin. Di 5’ê Çile de jî Huseyîn Xizrî li girtîgeha Urmiyê bi nehênî hat darvekirin. Înfaz di 15’ê Çilede derket holê.

26 girtî di korîdorên mirinê de ne

Li girtîgehên Îranê herî kêm 26 girtiyên Kurd di korîdorên mirinê de ne. Navê wan wiha ne: “Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale’î, Ezîz Mihemedizade, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijwarî, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî û Îbrahîm Îsapûr.’‘

Back to top button