Hevpeyvîn

Dizeyî: PYDê xetên sor derbas kirin

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê ku, di çarçoveya heyweta herêma Kurdistanê de digel serokwezîrê Kurdistanê li Tirkiyeyê ye, di daxuyaniyekê de ji AA re got: ”Me tu piroblem digel kurdên Suriyayê nîne, lê hindek girûp hene pirobleman dirust dikin.”

Dizeyî di daxuyaniya xwe de hevserokê Partiya Yekêtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim rexne dike û dibêje:

          Mixabin, PYDê xetên sor derbas kirin û em hêvîdar in ew guh bidin nesîhetên me û piroblemên xwe çareser bikin û xwe ji bikaranîna şidetê dûr bikin. Rêya êkane ji bo rizgariya kurdên Suriyeyê avakirina yekêtiya partî û aliyên kurdên Suriyayê ye.

Peyvdarê fermiyê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku, PYD zixtê li ser patî û aliyên dine û hewil dide xwe bi darêzorê feriz bike:

          Sala çûyî em digel hemû patîyên siyasiyên kurd, PYD jî digel bû, civiyan û me piştevaniya xwe ji bo wan diyar kir. Em hertim ji bona avakirina yekêtiya navbera aliyên siyasiyên wê parçeya Kurdistanê dixebitin û ji bona vê armancê jî par rêkeftinameya Hewlêrê navbera partiyên kurdî de hat îmza kirin. Lê belê PYD ew rêkeftin bin pê kir û gef li aliyên din xwar in.

Back to top button