Polîtîk

Cewher: Partiyên siyasî tevgera ciwanan hilweşandin

Bernameya Medya Civakî ya televizyona ARK TV de Çalakvanê Kurd Abdurahman Cewher rola ciwanan ya li destpêka şoreşê û cihê wan ya li tevgera siyasiya Kurdistanê de nirxand.

Çalakvanê Hevrêzên Ciwanan li Rojavayê Kurdistanê Abdurahman Cewher da zanîn ku di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê serkêşê şoreşê ciwan bûn û li rêya torên civakî ciwan kom dibûn û xwepêşandan û çalakî bi ciwanan destpêkir û heta niha jî berdewame.

Cewher got: Piştî ku Encumen pêkhatin û nûnerê ciwanan li wan Encumenan de nehatin destnîşankirin eve jî bû sedema hilweşandina rola çalaka ciwanan. Lê ciwan dîsa kombûn û helwesta xwe anîn ziman ku ew li gel azadiyê ne û xwestin dîwarên tirsê nehêlin. Lê partiyên siyasî jî ji binve ciwanan ji aliyê xwe ve rakêşan û eve jî bû sedema şikestina tevgera ciwanan. Paşê her partiyeke siyasî ji bo xwe rêxistinên bi navê tevgerên ciwanan avakirin û eve jî bû sedema nakokiyên di navbera Hevrêzên Ciwanan û partiyên siyasî. 

 

Back to top button