Polîtîk

Kurdistan li rojhilata navîn nimûneya asayîş û demokrasiye

Ev çend roje kampanyayên hilbijartinê li navbera aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê bi germî destpêkiriye. Li hilbijartina vê carê ya Parlemena Kurdistanê de hezar û 138 namzet û 31 lîsteyên siyasî ji Partî û Lîsteyên Serbixwe, Îslamî û Elmanî(laik), Sosyalîst û Nasyonalîst û hemû reng û nêrîn bi navê bi destanîna 111 kursî yên Parlemena Kurdistanê rikeberiya hevdû dikin.

Roja çarşema derbasbûyî dawî li kampanyayên hilbijartinê tê û roja şemî ya 21 ê vê mehê jî hilbijartin li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr Dihok û Silêmanî) birêve diçe.

Hilbijartina vê carê ya Herêma Kurdistanê li demek de birêve diçe ku herêma rojhilata navîn li nav şer û û nearamiyeke mezin deye. Li Sûriye şerê bi destxistina desthilat li rêya çek û rijandina xwîn û kîmyabarankirinê tê encam dan.

Îro li Iraqa azadkirî de ku Herêma Kurdistanê beşeke ji wî welatî, roj tûne ku bê teqîn derbas bibe. Li bajar û bajarokan her dûkan û bazar têne girtin û tevgera welatiyan tê sînordar kirin. Li Herêma arama Kurdistanê xelk heta nîvê şevê bi xweşî ve propagandaya hilbijartinê dikin.

Ev destkeftên ku niha xelkê Herêma Kurdistanê sûd jê werdigrin, berhema dehan sal xebat û têkoşîna xelkê Kurdistanê û xwîna şehîdane‌, destkefteke ku xelkê welatên herêmê wekû hêviyek temaşa Kurdistanê dikin.

Rengên zer, kesk, şîn, qehweyî û porteqalî û hemû rengên din kolan cadddeyên Kurdistanê xemilandiye wan pêkve wekî rengê keskesorê pêkaniye.

Back to top button