Aramî merca serekiya pêşketina Kurdistane(video)
Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro beşdarî li ahenga derçûna 350 xwendekarên koleja Polîs li Hewlêrê kir û got: “Polîs Kurdistanê de roj bi roj zêdetir cihê xwe yê rastîn werdigre”.
Nêçîrvan Barzanî behsa eve jî kir ku Hikûmeta Kurdistanê kar li ser pêşxistina çemkê “Polîsa Civakî” dike ku eve jî tê wê wateyê hevkariya xelkê li gel polîs û kêmkirina tirsa civakê ji rûdawên binpêkirin û rûdanên tawanê”, Li gor Barzanî “Li Brîtanya bi sedema Polîsên civakî li sala 2009 de asta tawanan %48 kêm bûye, her wiha li welatên din jî encamên baş heye”.
Her wiha balkişand li ser rola dezgehên emniyên Kurdistanê û got: “Aramî, merca yekema zêdebûna hela kar û veberhênan û geştiyariye”, ji bo wê yekê jî erkê aliyên siyasiyên Kurdistanê zanî ku “qedrê vê aramiyê bizanin ku li Herêma Kurdistanê de heye”.
Ji wan 350 xwendekarên ku îro ji koleja Polîs derçûn 22 xwendekarên keç jî ji xulekî taybet de beşdarî kiribûn, 24 xwendekarên zêrevanî jî beşdarî li xulekî din de kiribû û 264 xwendekar jî beşdarî li xula 14 ê koleja polîs li Hewlêr kiribû.