Kurdish Pop Up Cinema Kurdî li London
Bi diruşma Suriye ya îro Helebçe ji bîr nekin festîvala fîlmên Kurdî ya li London bi hevkariya (Portobêlo Kurdish Pop Up Cinema) bi pêşandana komek fîlmên Kurdî destpêdike.
Mebesta vê çalakiyê ewe bala temaşevanên Kurd û biyaniyên sînemaya Kurdî û li aliyekî din ve jî pêşandana bandora wêrankerên êrîşa kîmyayî û kêşeyên herêmê nîşan bidin. Bi amadehiya çend derhênerekî Kurd û medya biyanî û Kurdî, komek fîlm tê pêşandan têda êş û janên piştî enfal û kîmyabarana Helebçe û kêşeyên neteweyiyên Kurdbûnê li beşên cûda cûda yên Kurdistanê de pêşan didin.
Festîvala fîlmên Kurdî li London hewla nasandina sînemaya Kurdî bi cemawerekî firehtir, bi taybetî li welatî Ingiltere didi û li vê festîvalê de ku îsal li meha 11 an de heştemîn care tê sazkirin hewl dide çalakiyên din jî bike.