Civak

Kurdistan li qeyrane û Newşêrwan li seyrane

Ev çend rojên li başûrê Kurdistanê xwepêşandan û alozî roj bi rojê berfirehtir dibin û hema bêje li hemû bajarokên ser bi wîlayeta Silêmaniyê ve xwepêşandan û alozî hene.Li destpêkê xwepêşandan bi awayekî medenî û aram û dûr ji şidetê ji aliyê mamoste û karmendên hikûmetê dest pê kir û bi awayekî şaristanî daxwazê maf û miaşên xwe kirin.Lê tevgera Goranê bi serokatiya Newşêrwan Mistefa ket nav xwepêşandanan û ev xwepêşandan bikaranîna û xwest jê îstfade bike. rêya rastiya pêşandanan guhert û ber bi êrîşkiirna ser baregayên Patiya Dempkrata Kurdistanê (PDK) ve birin û hijmareke baregayên PDKê ji aliyê xurtan ku jiyê wan di navebra 13-17 salan de bû, hatin şewtandin û çend endam û kadiroyên PDKê şehîd û birîndar ketin.Ew cî, dever û bajarokên baregayên PDKê lê hatine şewitandin, ji aliyê îdarî ve di destê Tevgera Goranê de ne û piraniya xelkê wan dever û bajarokan alîgirên Goranê ne. Li pirsek tê pêşiya mirovê: Gelo eger sibehî Tevgera Goran bi serokatiya Newşêrwan Misteva li hemû dever, bajar û bajarokên Kurdistanê piraniya dengan bi dest bixe û îdareya welat bikeve destê wê dê çi bi ser partiyên din bîne û dê çewa welat îdare bike?Li tiştê ji vê hemû ecêbtir, ji roja van aloziyan dest pê kirî û heta niha serokê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa li Ewropayê digel kurên xwe, di seyranê de ye û heta niha ti daxuyanî û gotineke xêrê nekiriye. Eger serok yan serkirdeyekî din baye û di xema rewşa Kurdistanê de baye da îcaze, geryna û seyrana xwe ya derveyî welêt qut bike û bi lezîgînî veger eherêma Kurdistanê.Têbînî: Ev wêneyê Newşêrwan û kurên wî berî 3-4 rojan li Facebookê de hatine weşandin.

Back to top button