Kurdistan Cehşitî û Helwesta Şaş

KURDISTAN CEHŞITÎ Û HELWESTA ŞAŞDema mirov li hember rewşekê ne xwedî helwesteke rast be, nirxandinên wî/wê yên di derbarê wê rewşê de jî ne zelal e. Ji bo helwesta rast; mêjiyeke zelal, dileke wêrek û dûrketina ji berjewendiyên şexsî û rêxistinî pêwîst e. Ji vana yek jî kêm be, nirxandin jî li gor wî û di wî alî de şolî dibe.Li Kurdistanê nezelaliyek zêde heye. Her roj bi mînekekê wê re rû bi rû dimînin. Herî talî di mijara “Rojava” de ev nezelalî xwe eşkere kir.Dema PKK/PYD bi darê zorê li başûrê rojavayê Kurdistanê bihêz bû, pêşî “xweserî” îlan kir. Piştî salekê salvegera wê pîroz kir. Piştî wê “kantonan” îlan kir û bû sedema parçebûna başûrê rojavayê Kurdistanê. Di encama wê parçebûnê de jî Kobanî bû qurbana wê siyasete. Heta ku Serokê Kurdistanê Brêz Mesûd Barzanî û hikumeta Kurdistanê midaxeleyê wê derê kirin. Piştî kantonan PKK/PYD careke din sîstemê guherand û “Federasyona Bakûrê Sûrîyeyê” îlan kir. Di navberê de demek kin derbas bû û PKK/PYD careke din îlana “Federasyona Bakûrê Sûrîyeyê” kir.Her cara ku PKK/PYD li başûrê rojavayê Kurdistanê sîstemeke nû îlan dikir, nîqaşên zagona wê sîstemê û gelek tiştên din ên pûç û vala dest pê dikirin. Di eslê xwe de her çi qas nava biguherandana jî sîstem heman sîstem bû (heman sîstem e) û li ser bingeha girêdana başûrê rojavayê Kurdistanê bi Sûrîyeyê ve hatiye danîn. Di çarçoveya vê sîstemê de PKK/PYD êrişî Kurdan dike, Kurdan digire û dikuje, partiyê Kurdan digire, Kurdan neçar dike ku koçber bibin, li cihê Kurdan Ereban bi cih dike, êrişî nirxên Kurdistanê dike. Herî talî nîşana Kurdistanê Ala Rengîn şewitand.Dema PKK/PYD li başûrê rojavayê Kurdistanê û li hemû parçeyên din wan kiryaran dikir piraniya rêxistinên Kurdan an bêdeng diman an jî bi dengeke qels bûyerê şermezar dikirin û wek ku PKK/PYD rêxistineke Kurdan be lê şaşiyan kiribe li ser mijarê diaxivîn. Herî talî bi îlana federasyonê gelek alî dibêjin ku PKK/PYD destên xwe ji Kurditiyê şûştiye. Ev mantiq, mantiqa herî şaş û xeter e. PKK/PYD ji xwe ne rêxistineke Kurdan bû ku destên xwe jê bişo. Aliyên ku bi vê mantiqê tevdigerin, hemû kiryarên PKK/PYDê yên heta niha meşrû dikin û dibin şirîkên wan kiryaran. Helwesta ku ji bo peyva “rojava” hate nîşandan, divê dema PYD/PKK digot ku armanca wan a dewletbûnê tuneye û dixwazin di nava Sûrîyeya demokratik de bijîn divê bihatana nîandan. Ji xwe peyva rojava tu nirxeke Kurdistanî di nava xwe de nahewîne. Hebe çi ye nebe çiye? Piştî ku negotin Kurdistan, hezar rojava bi navê xwe vekin çi dibe?Di van rojên dawî de rastiyeke din eşkere bû. Ew jî ew e ku PKK ji darê zorê fam dike. PKK bi nîyeta ku Şingalê ji Kurdistanê veqetîne û bi Iraqê ve girêde çekdarên xwe şandibû Şingalê. Gelek caran PKK ji aliyê gelek aliyan ve hate hişyarkirin ku ji Şingalê derkeve. Lê PKK bi înat digot ku wê dernekeve. Piştî hevpeyvîna Serokwezîrê Kurdistanê Brêz Nêçirvan Barzanî ku got ger PKK dernekeve wê mecbûr bimînin ku bi zorê derxin, PKK bi rêya Murat Karayılan dîyar kir ku wê ji Şibgalê derkeve.PKK eşkere dijminantiya Kurdistanê, xizmetkariya dagirkeran dike. Tu carî jî vê cehşitiya xwe veneşartiye. Dîsa PKK bi pratîka xwe nîşan dide ku ji darê zorê fam dike. Bi ser ew qas zelalbûna PKKê hemû aliyên ku PKKê wek rêxistineke Kurdan nîşan didin û qala “yekîtiya netewî” bi PKKê re dikin sûcdar in û gunehên wan ji ya PKKê zêdetir e.Heta ku cehşitî welatparêzîbe,Heta ku dijminantiya Kurdistanê Kurdînî be,Heta ku veqetandina parçeyên Kurdistanê enternasyonalîstî be,Heta ku êrişkirina Kurdên serxwebûnxwaz/dewletxwaz demokrasi be,Heta ku şewitandina Ala Kurdistanê karê “ciwanên şoreşger” be,Heta ku meşrûkirina cehşan rewşenbîrîbe,Heta ku cezakirina cehş û xayînan “brakujî” beÛ heta ku miletê Kurd û bi taybetî jî partî û rêxistinên Kurdan bi vê mantiqa xeter û nirxandinên şaş tevbigerin; wê dewletbûna Kurdistanê tim di xeteriyê de be.Em bi mêjiyeke zelal, bi dileke wêrek û bi awayeke ji berjewendiyên şexsî û rêxistinî dûr eşkere dibêjin ku PKK astenga herî mezin e li pêşiya dewletbûnê û divê ev asteng rokê zûtir ji holê rabe. Dîsa em bi heman şiklî eşkere dibêjin ku hemû aliyên li hember PKKê bêdeng mane, PKK wek rêxistineke Kurdan nîşan dane, qala “yekîtiya netewî” bi PKKê re kirine, rastiya PKKê negotine, helweta pêwîst li hember PKKê nîşan nedan ji PKKê zêdetir xwedî guneh in. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ31.12.2016