Nivîsar

Kurdistan bûye Girava Sitarê

Dijminê mêtinkar yê gelê Kurd, gelê Kurd di qirkirin, îşkence û çavsorîyên wer mezin derbas kiribû, gelê Kurd ewqas xizan, nezan û cahil hîştibû, vê pêşdaraza diparast û digot: “Kurd nabin tiştek; ji Kurdan dewlet çênabe; erkek têkeve dest wan, li hev nakin û wê hevdu qir bikin!” Hinek nezanên me jî bi van gotinên vala dabûn bawerkirin.

Gelê Kurd, ji Peymana Lozan`ê û virde, li her çar perçê Kurdistanê, bi dehê caran di koçberî, malwêranî û qirkirinên mezin re derbas bûne. Lê li cîhekî bi dilê vereh û alîkarîyek ji dil, sitarek bi dest wan nediket.

 Kurd, ji tirsa ruhê xwe, ji kîjan dujminî revîya, ket ber şepa dijminekî din: helbet ji bo wê jî peymanên wek Sadabad, Baxdat, Sento, Cezayir û hwd çêkiribûn. Loma bi giranî ew bi şûnde didan kujerên wan. Kujeran jî bi giranî ya wan bi îşkenceyan dikuşt, ya ew didan ber gulleyan û li sêpîyan didan, yan jî ew davêtin zîndanan.

 Ji serhildana Agirî bigire, heta Komara Mahabat, ji tevgera Mistefa Berzanî bigire, heta Peymana Cezayîr, heta Enfal û Şerê Kendavê û avabûna Kurdistana Federal, xwedîyekî Kurdan li cîhanê nebû û derîyekî dostî ji wan re tunebû. Kurd diçûn ber kîjan derîyî, dihatin qewirandin. Xwe davêtin dexlê kê, pişta xwe didan wan.

 Kurdên Başûr, ji ber qirkirina “Enfal” û bombeyên kîmya revîyan, xwe avêtin dexlê gelê xwe yê Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistan, lê ji bo ku ew jî hêsîr û bindestê dewletên mêtinkar û nîjadperest bûn, nikarîbûn bi xurtî li birayên xwe xwedî derên. Loma van dewletna jî muamela xwînî, eşkîya û terorîstan bi gelê Kurd re dikirin: ya wan didan dewleta Iraq ya Baas ku yekser wan dikuştin, ya wan davêtin hefs û girtîxanan, yan jî wan dixist wargehên bi têldirk û leşkeran pêçayî. Bi vî awayî hertim gelê Kurd hat telefkirin û naçar hat hîştin.

Tevlî ku Herêma Kurdistana Federal gelek ciwan e û ne serbixwe ye û li gorî dewletan xwedîyê malîye û aborîyek gelek qelse jî, ji bo Kurdên her sê beşên din û ji bo gelên Ereb, Ermen, Asûr û Turkmen bûye girava sitarê, kela aramî û ewlehîyê.

Li gorî daxwîyanîyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 21.01.2014 ku li Brûkselê, li ser vexwandina Kîmsyona Pêwendiyên Derve yê Parlamentoya Yekîtîya Ewropayê ku pêşkêş kir, hemû dunya têgehîşt ku li herêma Kurdistanê ji Başûrêrojavayê Kurdistanê û Sûrîye 250 hezar, 200 hezar Erebên Iraqê yên ji ber teror û ewlehîya jîyanê hatine Kurdistanê, ji xeynî 10 hezar malbatên Fileh li Kurdistanê, 26 hezar malbatên Fileh jî ji tirsa terora li Iraq`ê hatine Kurdistanê, di dawîn de jî 15 hezar Erebên Enbarê wek penaber xwe avêtine dexlê Kurdistanê.

Tevlî ku Yekîtîya Neteweyan erka alîkarîya penaberan daye ser milê xwe, lê dîsa jî bi giranî alîkarîya penaberên Başûrê Kurdistan nake û vê alîkarîya bi giranî li ser milê Hukumeta Herêma Kurdistan dimîne. 

Kurdistan, ji niha û pêde him ji bo Kurdan û him jî ji bo gelên herêmê, wê bibe cîyê xêr û bêrê, parastin, ewlehî û sitargeha mirovên di tengasîyê de. Loma divê dewletek sebixwe û xwedîyê aborîyek xweser be. Hêvîdarim ku çavê cîhana demokratîk û mirovperwer jî vebe û roj berî rojê ragihandina dewleta Kurd ya serbixwe pêşniyar û qebûl bike!

23-12014

Xidir Ûso

[email protected]

(Netewe)

 

Back to top button