Polîtîk

Ocalan nikare biaxive

Parlementerê BDPê Altan Tan li gel kanala televizyona Rûdavê axivî û di derbarê rewşa Ocalan de jî hinek tişt gotin. Ev cara yekeme ku Tan di derbarê Ocalan de bi vî awayî vekirî kiset dike.

Tan behsa rewşa Ocalan û herweha behsa pirsgirêka navbera Hukumetê û Cemaeta Gulen jî kir.

Altan Tan got:Divê em rewşa Ocalan têbigihin. Bi serê xwe li Îmralî girtiye û derî li ser miftekiriye.Mifta derî jî di destê serokwezîr Erdogan de ye. Ji bo vê yekê Ocalan nikare dijê hukumetê û Erdogan biaxive. Nikare axavtinekî bike ku pêvajoyê bisekinîne û deriyan bigre. Ji bo vê jî heta hilbijatinê muhlet daye hukumetê. Lê siyasiyên Kurd behtir dikarin manewrayên siyasî û berfireh bikin.

Pêwiste em li Tirkiye himberê gendeliyê, diziyê û bûyerên ne demokratîk xwedî helwestek zelalbin. Erkê me ne ewe ku em Erdogan bikin serokkomar yan jî bihêlin serokwezîrîya wî berdewam be. Ez bi iarar dibêjim; desturek nû,mafên demokratik û Tirkiyek şefaf. Erdogan di vê rêyê de rêveherê emê pişgiryê lê bikin. Wek din em jî nikarin wî xilas bikin.

Back to top button