Sala 2013ê zêdetir 2 milyon tûrîst hatine Kurdistanê
Li gor amarên desteya tûrîzmê a herêma Kurdistanê sala 2013ê zêdetir ji 2 milyon tûrîstan serdana herêma Kurdistaê kiriye û piraniyan wan jî ji naverast û başûrê Îraqê hatine Kurdistanê.
Di preskonferensekê de li bajarê Hewlêrê, Nadir Rostî peyvdarê desteya tûrîzmê li herêma Kurdistanê eşkere kir ku, fi nava sala 2013ê de 2 milyon û 950 hezar tûrîstan serdana herêma Kurdistanê kiriye.
Li gor zaniyariyên Rostî, miqayîse digel sala 2012ê rêjeya serdana tûrîstan bo herêma Kurdistanê 33% zêdekiriye, ango disala 2012ê de 2 milyon û 217 hezar tûrîst hatibûn Kurdistanê.
Ji wan tûrîstên serdana herêma Kurdistanê kirî di sala 2013ê de 66% ji naverast û başûrê Îraqê û 18% jî biyanî ne.
Li gor peyvdarê desteya tûrîzmê a herêma Kurdistanê, eger he tûrîstekî 200 dolar mezaxt bin, dahatiniyê warê tûrîzmê sala 2013ê 600 milyon dolar dibe.