Kurdistan ber bi dewletbûnê ve
Dûrbînî yan dûrdîtin yan xwendin û rawestan li ser paşarojê, yek ji destpêk û elîf û bê yên her armanc û hêviyekê ne ji bo hindê ew pêngav yan ew nîşane berev armanca xwe ya dirust ve biçît, mîsogeriya man û parastina wê cihê guman nebê, çunke pêngaveka hestiyar û çarenivêssaze, qonaxa evro ya bizava rizgarî xwaza Kurdistanê berpirsiyaretiyeka mezine û ne wesa sanahî û asane ev biryare bihête wergirtin, wekî ku gelek caran li bin nav û nîşanêt cuda, bi mebest yan bê mebest li ser zarê gelek kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û li ser rûpelên hindek rojname û kovaran û ekran û şaşên telefizyonan da dihête gotin.
Bê guman eve xewn û hêviya her Kurdekiye û encamê qurbanî dana milletê Kurdistanêye, ku evro ke qonaxeka dîrokî ya nû ji bo Kurdistanê peyda bûye û destkeftên mezin bi dest ve hatîne, nuke parastin û serêxistina vê qonaxê di roja me ya evro da mijareka pir giringe, heta ku keş û zemînekê li bar û mîsoger peyda dibît û bigehîne wan armancên hatîne destnîşankirin, gotine ka polîsê trafîkê heye dibêje:
Dereng gehiştin baştire ji negehiştinê, ji ber hindê diviya lezê nekîn bo hindê bi selamet û serkeftî bigehîne armancên rast û rewayên xelkê Kurdistanê, ji ber ku komeka eger û fakterên bi hereşe û metirsî di rêka bi dest ve anîna vê armanca pîroz da yên hene, çunke heta nûke dewletên cîranêt me hebûna kiyan û desthelatdariya Kurdistanê bo xwe wekî hereşe û metirsî dizanin, û hemî deman jî hewla lêdan û ji navbirina desthelatdariya Kurdistanê dikin, li gel vê çendê çi palpiştî û piştevanêt nav dewletî nînin, bo damezrandina dewleta Kurdî û dewletên ku zilhêz û xwedan berjewendîne li deverê, heta nuke helwestê fermî yê wan li dijî cudabûna Herêma Kurdistanê û parçekirina Iraqê ne, lewma li pêş her pêngavekê pêdiviye bizava siyasiya Kurdistanî kar li ser van dû xalên serekî û karîger biken û hemî alav û kartên fişarê diviya bêxîte di xizmeta vê çendê da, nexasime di warê aborî û berhemanînê û …hwd. da,
Bo hindê destpêke ka nû peyda bît weku cenabê Serok li Amedê got: (Em hatîne da ku dîrokek nû destpêbikîn), ev destpêke jî bi birayetî û pêkve jiyanê destpêdiketin di navbera xelkê Kurdistanê û hemî gelên cîran û dewr û berê me, eve têgeh û prosêse ne ku bi tinê li Kurdistanê belku li deverê bi giştî, dê pêgeha me bihêzketin, ku ew rolê aştiyê û tebayê û birayetiyê me hebît.
Ev têgehe bi tinê evro xizmeta doza rewaya gelê Kurdistanê diketin, ku em helgirên peyama aştî û birayetî û pêkve jiyanê bîn, bi vê peyama bi rumet ve berev armancên xwe yên Kurdistanê û cîhanê gav bavêjîn, û bo tevaya xelkê deverê û cîhanî bidîn diyarkirin ku em peyrewa demokratiyetê dikîn di welatê xwe da, û bi rêka destpêşxeriyeka nû li ser astê navxweyî û Kurdistanî, hemî hêz û partiyên siyasî bêne daxwazkirin bi rêkxistina vî projeyê neteweyî û li ser astê dervejî, hizreka yekgirtî û rêkxistî hebît, û navend û mekanîzma karkirina vê peyamê xurt bête berhev kirin, wekî projeyekê nîştîmaniyê sertaserî hemî alî û hêzên Kurdistanê li ser rêkbikevin, û piştevanî û piştgiriya dewletên zilhêzên cîhanî û navendên navneteweyî.
Ji bo kêşa rewaya milletê Kurdistanê mîsoger bikin, û kartên gelek bi hêz bi dest Kurda da hene, di vî biyavî da kar li ser biken, taybetî siruştê kêşa rewaya gelê Kurdistanê û dîrok û trajedî û kultur…hwd, û berjewendiyên hevpişk û dîtina hevpişk bu nûke û paşarojê û xala here giring cografya Kurdistanê û serwet û samanê wê ye, nexasime kanzayêt jêr zemîn wekî neft û xaz û hwd, eve hemî zemînekê baş û li bare bo hindê, ew dû dilî û dûratiya wan li ser Kurdistanê nemîne û dewlet û cudabûna Kurda bîte durhêlek û reyeka cîhanî li ser dirust bibît, bo hindê bi aştî û aramî dewleta Kurda bihête ragihandin.
Şivan Şêxo