Civak

Kurdên Bakur pişgiriyê didin kurdên rojava

Hinek dezgeh, partî û rêxistinêm Kurdistana Bakur ji bo pişgiriyê bidin kurdên Kurdistana rojava, di nav çelakiyê de ne. Li gora ku Grûpa Diyalogê ya Dîcle û Firatê dayî kifşkirin dê li Diyarbekir li xaniyê HAKPAR-ê civînek pêkwerî û ji bo medyayê daxuyaniyek bête dayîn.

Heta niha hatiye xuyakirin ku, Grûpa Diyalogê ya Dîcle û Firatê,HAKPAR, KADEP, Şroeşgerên Demokrat û Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD) dê di civînê de amade bibin. Herweha pêkanina komiteyek ya pişgiriya kurdên Surî di rojevê de ye. Daxwazî ji BDP-ê jî hatiye kirin lê heta niha wan biryara xwe di vê derbarê de nedaye.

Back to top button