Polîtîk

Parlementerên Almanî: Ew tawanbar e

Pênç parlementerên Almanya bangî serokwezîrê Tirkiye kirin: “ Generalê tê îdiakirin ku tawanbarê şere, nikarê pirsgirêka kurd çareser bike“

Parlementerên Almanî dibêjin ku serfermandarê hêzên çekdar yê Tirkiye yê nû, orgeneral Necdet Ozel sala 1999-ê li devera Şirnex , di şerekî di nav çekdarên PKK-ê û leşkeran de fermana karanîna çekên kîmyawî daye û di encam de nêzikî 20 çekdarên PKK-ê di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de ji berî çend rojan vîdeoyek li Yotoubê de hate belav kirin û li devera ku şer çêbûyî Necdet Ozel bi xwe jî dixweyê. Di Parlementoya Federal ya Almanya de 5 parlementerên partiya çep,Ulla Jelpke, Andrej Hunko, Ingrid Remmers, Heidrun Dittrich û Harald Weinberg, di vê derbarê de daxuyaniyek belav kirin û gotin:Dema ku Necdet Ozel fermandarê hêzên Cendirma bû, li dijê gerilayên kurd çêkên kîmyawî di fermandariya wî de hatine karanîn.

Back to top button