Cîhan

Şîreta Adonis bo Esed: Îsîtfa bike

Helbestavên sûrî yê binavûdeng Adonis di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Re`î ku ji Kwêtê weşana xwe dike daxazî ji Beşar Esedê serokê Sûryeyê dike ku dest ji desthilatê berde û îstîfa xwe bide û dibêje:

– Li ser serok Esed pêwîste tiştekî bike, eger ez li cîyê wî bama min ê dest ji desthilata berdaye û îstîfa bikraye. Esed dikare reforman bike, kêmtirîn tiştê ku dikare bike ji postê xwe îstîfa bike.

Adonis di hevpeyvîna xwe de behsa pêkahata civaka sûrî dike û dibêje ku, dînê civakê nîne, dînê civakê mafê mirov û azadî ye, ne dêr û mizgefr e. Esasê civaka sûrî esask olî ye, eger rijêma Beşar Esed jinavbiçe jî  hêza herî xurt ku desthilata bigire dest hêzên dînî ne weke ”Îxwa Muslimîn” û yên din yên îslamî ne.
– Hêzeke yekgirtî ya pêşkeftî, leberal û çep li Sûriyeyê nîne ku bikare hukimê nû bigire dest xwe. Hemû civakên erebî di çarçoveyê dîrokê û di rewşa nuha de eger dîn û dewletê ji hev cida nekin, ji bo min tu manayê nadin û bawerima min jî pê nayê.

Adonis ji pêkhateya Elewî ye û navê wî yê rast Elî Ehmed Seîd e, Wî di meha hezîrana îsal de jî nameyek ji Esed re şand bû û di namey xwe de nivîsî bû ku Partiya Bass nikare xwe bi hêza çek û şidet li ser gelê sûrî feriz bike. Partiya Bassê li Sûryeyê ”cî ji însan re wek însan nehêlaya, pêşkeftina kultura medenî xetimandiye, exlaqê mirovan têkdaye”

Weke tê zanî Almaniyayê îsal ji bo wergirtina xelata Gota, Adonis hilbijartiye û dê di 28ê vê mehê li Frankfortê di merasimeke taybet de wê xelatê werbigire ku buhayê wê 70320 dolar e.

Adonis ji sla 1982 vir de li Fransayê dijît.

Back to top button