Civak

Kurdê Laçînê bi ala Kurdistanê serdikeve

Anar Suleymanov ku Boksoreke Azerbaycanê ye û bi resen Kurdê Laçînê ye, çar caran li cîhanê de bûye yekemîn û her carê jî hem bi ala Kurdistanê û hem jî bi ala Azerbeycanê boks dike.Boksorê Kurd Anar Suleymanov dibêje: Ez bi eslê xwe Kurdê Laçînê me û her cara ku ez yariya Boks bikim li milê çepê ala Kurdistanê û ya rastê jî bi ala Azerbeycanê ve derdikevim. Ji bo min şerefeke mezine ku ez Kurdim ji ber wê yekê jî ala Kurdistanê bi şanaziyê ve bilind dikim.Her wiha Suleymanov dibêje: Gelek kes min tawanbar dikin ez ji hezkirê PKK bim, lê belê ez hez ji PKK nakim lê ez Kurdim û bi tenê ala Kurdistanê bilind dikim. Dema ku ala Kurdistanê bilind bikim hestên min gelek bilind dibin û her carê serdikevim. 

Back to top button