Ayelet Shaked Wezîra Dad ya Îsraîlê da zanîn ku pêwîste Îsraîl li gel Kurdistanê li çarçêweyeke berjewendiya her dû aliyan de hevpeymaniyek çêbikin.Wezîra Dad ya Îsraîlê li Konferansa salaneya Herzliya de axaftinek pêşkêş kir û axaftina xwe de balkişand li ser peymana navdewletiya Sykes-Picot û got ev peyman ji aliyê hêzên Ewrupayî ve hatiye xêzkirin û dawiya wê peymanê hatiye. Niha pêwîste Îsraîl li gel hinek welatên Ereb danustandinan bike.Her wiha Ayelet Shaked da zanîn ku pêwîste em peywendiya xwe li gel milletê Kurd pêşbixîn, ji ber ku me peywendiyeke dîrokî li gel milletê Kurd heye û divê em wan peywendiyên xwe pêşve bibîn. Bi taybetî jî niha ew peywendî gelek pêwîstin ji ber ku milletê Kurd beranber terorîstên Daîşê li şerekî dijwar dane.
Dewleta Îsraîlê disa mala xa ava kir..
Bi rasti jihuk u kurd mileteki belengazin u bindestbun . le di dema nuh li cihane guhartin hata avakirin ,u idologiyen keVinperest hilwesin weke nazi u komunist , u tiste herdu miletan perwer dibu hate guhartin yek ji wan kurd di nav mislimana da Jiyan dibu , u teda digotin israil dijmiNe ji mere ,le xuya kirYA kurdA ra ev sase ji bu ci dijmine israile erdine kurda stemkar kiri ? NA GEREK HER DU MILET BI HEVRA YEK BIN LI DIJI EREBA , ISIAME TERORIST ,TURK U FARI.