Kurd û Malikî dicivin
Endamê Hevpeymanîya Fraksiyonên Kurdistanî Samî Şoreş ragihand, ku dê şanda kurdî ya ku niha li Bexda ye, kombûnekê bi Nûrî Malikî re û kombûnekê jî bi alîyê Sedr re saz bike. Samî Şoreş da xuyakirin, ku dê ev kombûnên han li ser kar û barên pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê bin û hêvî heye, ku pirsa pêkanîna evê hukûmetê bigihêje encamekê.
Samî Şoreş di vê derbarê de bêjedaneka rojnamevanî da û got, ku bernameyeka eşkere û rêxistî bi şanda kurdî re heye û ew bername, ji alîyê parlementoya herêma Kurdistanê ve hatiye qebûlkirn.
Samî Şoreş di daxûyaniya xwe de got, ku dê maddeyên vê bernameya şanda kurdî jî, bingeha guft û goyên navbera endamên vê şandê û alîyên dinên siyasîyên Iraqê be.
Berdewbûna daxûyaniya xwe de Şoreî got: “ Emê di nava diyaloga xwe de behsa kar û pirsgirêkên niha bikin. Emê bi taybetî behsa pêkanîna hukûmeta nû bikin û em dê pîkolan bikin, da ku kelem pêşîya vê prosesê nemînin.“