Bûyerên hatin û çûyînê jiyanê ditefîne
Berpirsê giştî yê ragihandin û têkiliyan yê Polîsê Hatûçûyê yê Herêma Kurdistanê Qadir Sidîq di civîneke çapemeniyê amara 6 mehên bihurî yên bûyerên hatûçûyê aşkere kir.
Li gor wê amarê li bajarê Herêma Kurdistanê 511 kes di bûyerên hatin û çûyînê de canê xwe ji dest dane û 6696 welatî jî birîndar bûne.
Li ser asta parêzgeha Silêmaniyê 113 welatî jiyana xwe ji dest dane û 2013 welatî jî birîndar bûne, li parêzgeha Hewlêrê 94 welatî jiyana xwe ji dest dane û 1605 welatî jî birîndar bûne, li parêzgeha Dihokê 29 welatî jiyana xwe ji dest dane û 511 welatî jî birîndar bûne û li bajarê Kerkûkê jî 45 welatî jiyana xwe ji dest dane û 712 welatî jî birîndar bûne.
Qadir Sidîq amaje bi bilindbûna rêjeya bûyerên hatûçûyê kir û wek karesat bi nav kir û diyar kir ku sedema wan bûyeran kêmiya hişyariya şofêran, xirapiya hewayê, bikaranîna telefona mobîl, xirapiya rêya û lezandin, zêdebûna hejmara otomobîlan û belavnekirina rênûmayiyên hatûçûyê ye.
Sidîq diyar kir ku pêwîst e di yasaya hatûçûyê de guhartin bê kirin û cezaya binpêkirinan bê zêdekirin û aşkere kir ku hin îşaretên hatûçûyê di rêyên derve de ji aliyê hin kesan tên şikandin û ew jî arîşe bo şofêran çê dike.
Di dawiya civînê de Berpirsê giştî yê ragihandin û têkiliyan yê Polîsê Hatûçûyê yê Herêma Kurdistanê dataya otomobîlên ku vê dawiyê de anîna Herêma Kurdistanê aşkere kir ku pêk tê ji 154 hezar û 200 otomobîlên taybet û 33 hezar û 780 otomobîlên kirê, 84 hezar û 119 otomobîlên barhilgir, 4 hezar û 195 otomobîlên kiştûkalî, 6540 motorsîklet, 44 hezar û 25 otomobîlên hejmara demî.
Qadir Sidîq diyar kir ku zedebûna hejmara otomobîlan li Herêma Kurdistanê yek ji sedema zêdebûna bûyerên hatûçûyê ne.
(PUKMedia)