Civak

Firokeyên Turkiye Qendîl bombebaran kirin

Evî jêderê ewledarîyê ji PNA re da xuyakirin, ku berî sê rojan firokeyeka çavdêrîyê nexşeya van deveran girt û şeva çûyî, firokeyên Turkiye deverên Serûçawe, Bokrîskan, Kozîne û Mêrgesîran bombebaran kirin.

Evî jêderî weha jî da nîşandan, ku hêzên PKK-ê jî gulle diavêtin firokeyên Turkiye.
Evî jêderî got: Vê bombebarankirinê tirsek mezin xist dilê hevwelatîyan de û ji gundên xwe derketin û sê xanîyên hevwelatîyekî ketin ber evê bombbarankirinê de û herifîn,  baxçeyê evî hevwelatîyê han jî şewitî.

Yek ji ziyanên dinên ku gihijtin vê deverê ew bû, ku jeneratorekî mezinê vê deverê jî kevt ber vê bombebarankirinê de û ew jenerator, hukûmeta herêma Kurdistanê ji bo xelkên evan deveran danîbû. Di bareya ziyanên giyanî (rûhî) jî de evî jêderî got, ku heta niha ziyanên giyanî nehatine zanîn.

 

Serdar Qadir / Balekayetî

Back to top button