Polîtîk

Kurd qebûl nakin di bin sîbera hukûmeteke dîktator de bijîn

 

 

Serok Barzanî di kongreya erebî ji bo serxistina doza kurd de

 

Kongreya Erebî Ji Bo Serxistina Doza Kurd li Hewlêrê di hola Sedî Ebdullah de kom bû. Serokê Kurdistanê Mesud barzanî beşdarî di vêkongreyê de kir û axvtinek pêşkêş kir. Barzanî di axvtina xwe de got: ´´ firokeyên Mîg, Mîraj û F16 Kurdan natirsînin, belku ewa ku Kurd jê ditirse, ew zimanê firoke û tank û hêzê ye ku hindek kes pê qise dikin û bawerî bi bi kar anîna wê jî hene.´´

Barzanî da xuyakirin ku ew zehmetî û naxweşîyên ku bi ser gelê Kurd de hatine, heta niha jî li nik xelkê ereb tişteke namo (xerîb) ye. Barzanî got: Rewşa Iraqê xirabe û Iraq ber bi dîktatorîyetê ve diçe û  Kurd qebûl nakin di bin sîbera hukûmeteke dîktatorî de bijîn.

Serok Barzanî got:´´ hîç tiştek nikare gefê li yekgirtûyîya xaka Iraqê bike tenê dîktatorîyet nebe.´´ Barzanî tekezî li ser mafê çarenûsê gelê Kurd kir û got:´´ Mafê çarenûsî mafekî sirûştîyê gelê Kurd e, belê li gel ewê çendê jî me bawerî bi guftûgoyê heye.´´

Barzanî di berdewamîya axavtina xwe de got:´´ bi hîç awayekê em razî nabin di jêr desthilateke dîktatorî de bijîn, bi her nirxekê be em evê tiştê qebûl nakin.´´

Back to top button