Nivîsar

Dijî dewleta netewî şerê taybet

 

Dewleta Tirk, bi salane Kurdan wekî neteweyek napejirîne û hemû nirxên netewiyê gelê Kurd înkar dike. Li hember daxwazên netewiyên Kurdan, bi berdewamî hewldaye hemû çalakiyên rêxistinî û siyasî ji holê rake.

Dewleta Tirk, herdem siyaseteke wiha li hember Kurd û Kurdistaniyan meşandiye ku wan ji armanca wan ya damezrandina dewleteke netewî paşve vegerîne. Di vî warî de, li gel şerê taybetî hewldaye hemû awayên şer pêşbixe û bikarbîne.

Li hemberî wê, têkoşîna rizgarîxwaza netewiya Kurdistanê jî, li hemû erdnîgarî cografyaya Kurdistanê de bi navên cûda û rêxistinên cûda de, xebatên xwe didomîne. Ev xebat û têkoşîna wî jî, hem li herêmê û hem jî li qada navnetewî de girîngiyê bi dest xistiye.

Kurdan li beşekî Kurdistanê (Başurê Kurdistanê) de, destkeftên mezin bi dest xistine. Ev destkeft jî li herêmê û li qada navnetewî de hatine pejirandin. Li rêya destkeftên netewî de û li pêvajoyeke ku hewldanên zêdetir ji bo bi destxistina destkeftan têne avêtin, mixabin li dijî van hewldanan li nav Kurdan de ramaneke cûda serîhildaye.  

Hewl didin ramana xwe ya `pêdiviya Kurdan bi dewleteke netewî tûne û daxwaza dewleta netewî şaşiyeke mezine` belav dikin. Vê yekê jî bi navê Tevgera Gelê Kurd û li hemû deverên Kurdistanê de dikin.

Ev raman, ala netewî, sirûda netewî û dîroka netewî ku nirxên netewiyên Kurdane, xistine nav qada guftûgoyê. Ji bo van nirxan ji holê rakin û biguherînin hewl didin ramanên bi vî awayî biafirînin.

Li dijî serkeftina Herêma Kurdistanê ku yek ji mezintirîn destkeftên hemû Kurdane, ramanên çewt diafirînin û hewl didin van serkeftinan li çavê Kurdan de biçûk bixin. Ji bo bikaribin bandora Herêma Kurdistanê ya li ser hemû Kurdan bişkînin, wê serokatiya ku bi biryara gel hatiyî hilbijartin û qada navnetewî de hatiye pejirandin û serokatiya wî ya netewî, xistine nava guftûgoyan. 

Eve jî bi awayeke eşkere, bêhûrmetiyeke li hember biryar û raya gel. Ji ber ku serokatiyan ne ramanên ferzkirî hildibjêrin. Bihêlin bila gel bi xwe biryara vê yekê bide û hinek kes diyarkirina serokatiyan weku erkê xwe yê bingehîn nezanin. 

Ev raman, xizmeta wê siyaseta dewleta Tirk dike ku bi salane li dijî hebûna Kurd û nirxên netewiyên wê li Kurdistanê de dimeşand. Bi zanîn, yan bê zanîn, di encamê de her du raman jî dijî dewleta netewiya Kurdane û pêdiviya dewletekî ji bo Kurdan nabînin û ji bo vê têdikoşin. Ev ramana ku bi awayeke rêxistinî li Kurdistanê de dijî daxwaza dewleta netewiya Kurdane, bi awayeke zelal xwe diyar dike ku beşeke ji şerê taybet.

Helbet eve jî wê armanca bi hezaran şehîdên zarokên Kurdan ku canê xwe ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê dan û têkoşiyan binpêdike. Her wiha xizmetê li têkoşîna rizgarîxwaza netewî nake û astengiyê li hember têkoşerên Kurdistanê dirust dike û eve ji bo armanca gelê Kurd bêhurmetiyeke mezine.      

HAWARA NETEWî

Back to top button