Cîhan

Di du saliya xwe de 3 zimana dipeyive

Zarokî 2 salî Urria, hîn 6 meheynî bû, fêrî tîpên alfabeyê bûye, ew li Qanada, li bajarê Calgarî dijî.

Anthony Popa Urria, di dusaliya xwe de bû endamê Koma Jîrekên Bilind (Mensa) yê herî sal biçûk. Anthony ji niha ve 3 zimana dipeyive.

Asta IQya Anthony Popa Urria 154 e û ew alfabeyê berevajî jiber dixwîne, heta hezarî kare bijmêre û navê gerstêrkên di pergala rojê de cih digrin jî zane.
Îngilizî, Spanî û Romenî kare bipeyive. Urria, bû zarokê duyemîn yê ku îsal bû endamê Koma Jîrekên Bilind. 

Tê zanîn, hejmara jîrekiya normal, di navbera 90 û 110 î de ye. Yên 140 û berjor jî  dahî tên hesinbandin, ku di nav nufusa cîhanê de hejmara van kesan ji %2 ye. 
Li Brîtanya di sala 1946 an de ji aliyê  Roland Berril û Lance Ware ve Mensa hatiye damezrandin.
Li 100 welatî zêdetirî 100 hezar endamê Mensayê hene.
 

Balkêş e ?
Close
Back to top button