Kurd li Astana çewe amade dibin

Ji bo hevdîtinên li Astana çêbibin diplomasiyek piralî tê rêvebirin. Piraniya aliyên siyasî dixwazin li Astana amadebin, da ku bi awayekî di pêşeroja Suriye de bibin xwedî gotin.Rusya, Tirkiye û Îran welatên serekene ku vê civînê pêktînin. Amerika da xûyakirin ku heja kesekî ji bo Astana bangî wan nekiriye. Wezîrê derve yê Tirkiye da xûyakirin ewê Amerîka ji bo civîna Astana vexwewînin. Ji aliyê din tê gotin ku Arabistana Suidî li dijê prosesa Astanaye. Lê Tirkiye dixwaze Sudî di civînê de amadebe. Lê dijitiya Îran û Sudîyê jî astengek bingehîne.Li gora agahdariyan roja behsa civîna Astana hatî kirin heta niha hevdîtinên girêng di navbera aliyên opozisyona Suriye û Tirkiye de çêdibin. Gelek aliyên opozisyonê yên çekdar li Tirkiye li gel berpirsên MIT û serokerkaniya Tirka hevdîtina dikin.Tî gotin ku encama civînên li gel berpirsên MITa Tirkiye bûyîn , dê ji 31 gurbên çekdar 27 li astana amade bibin. Serokatiya wan jî di civînê de Muhammed Alluş dike.Li gora medya erebî Sudî naxwaze grubên opozisyonê tevlî civînê bibin. Ev jî nakokiyekî di navbera Tirkiye û Sudîyê de peyda dike.Ji aliyê kurdan ve hêja rewşek zelal tuneye. Wek tê zanîn ENKS di nava Mixalefeta Suriye de tê temsil kirin. Ji eger ew mixalefet herê Astana dê bi awayekî kurd bêne temsil kirin. Ji liyek din li gora agahdariyên med est êxistîn ENKS bi navê xwe jî awayek serbixwe dixwaze di civînê de amade bibe.Ji aliyek din PYD heta niha wek ku dixweyê di civîna de amade nabe.