Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê ya Parlemantoya Kurdistanê Nazim Herkî dibêje, PKK bûye darê destê xelkê û li dijî Başûrê Kurdistanê kar dike, lewma jî divê bi ciddî bersiva wê bê dan da ku binpêkirinên din neke.Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew revandin û reftarên ku PKK li Herêma Kurdistanê dike, em wek binpêkirinê dibînin. Dixwazin tevliheviyê têkdanê li deverê çêbikin. Lewma jî divê bi hemû awayekî hewla nemana wan binpêkirinan bê dan û PKK bi xwe de biçe da ku nebe sedema derketina pirsgirêkan.”Herkî wiha got: “PKK bûye darê destê xelkê û li dijî Başûrê Kurdistanê kar dike, lewma jî pêwîst e bi ciddîtir bersiva wê bê dan, ji ber ku nabe ew binpêkirinan bikin û ew karên wam bibin sedema têkdana aramiya Herêma Kurdistanê. Diyar e ew karê wan bo jî bo tîkdan û levliheviyê ye. Tevî ku em şer naxwazin û şerê navxwe li ser destê Serok Barzanî hatiye heramkirin, lê divê Hikûmeta Kurdistanê PKKê rawestîne, da ku meramên wan neçin serî.”
Nérinek di “cih”de ye; Ji bo Dewlet ,YASA-QANUN-u Héz- BIRYAR diw é!DAGIRKER,SUD’é, ji “FITNE”ya nav MAL’a Kùrd digre!! Diwé VIYA SAFI BIBE!! XET’én SOR péwiste!! u CEZA’YéN GIRAN, “xérnexwazan” LAWAZ dike !!Eleqa viya u “Demokrasi” bi hev tune!DEWLET, bi ZOR’a XWE DEWLET’e!! “DEWLET, $UR’é TAZI YE” $éx Ehmedé XANI, destni$an kiriye!! EV DEM, DEM’a “bi cihanin’a” péwistiyan e!