Nivîsar

Kurd dixwazin di nava Suriye de biryara çarenûsa xwe bidin

Ji Rojnema Sabah a tirkî rojnevevan Duygu Guvenc di derbarê pirsa kurd li Suriye de ji serkidek yê kurda Kamiran Haco re axivî.

Kamîran Haco  li Stanbulê di serîde pişgiriya avakirina Konseya niştimanî ya Surî kir. Lê pişre Konseya netewî ya Kurdistanê damezirandin. Kamiran Haco cara yekem dîtinên xwe ji rojnema Sabahê re gotin.

“ Daxwaziya me tenê ewe ku em bi xwe biryarê li ser çarenûse xwe bidin.Hê me biryar nedaye ka wê xweseri be yan jî federasyon be lê emê di nava Suriye de bimînin“

Li Tunisê Konseya Netewî ya Suriye bi fermi hate naskirin. Konseya Niştimanî ya Kurd jî li civîna Tunusê de amade bû. Kamîran Haco wek nûnêrê PDK-ê ku xwedî bandorekiye li civînê de amade bû. Kamîran Haco daxwaziyên kurda eşkere kirin.

Ji aliyek din serokê konseya niştimanî ya Suriye Burahn Galyon jî da xuyakirin ku, wê nasnama kurda bê naskirin ûgot: em di vê derbarê de daxwaziyên kurda erênî dinirxînin. Ew mentalita kevin ya qewmiya erebî ku hemî mafê kurdan red dikira nemaye.
   
Di berdewambûna axavtina  xwe de Kamiran Haco got: Di serî de ew partiyên kurd yên ku pişgiriya rejima Esad dikiran, niha hemî vegeriyane û dijê rejimêne. Em dixwazin hemû hewldanên erebkirinê bisekinin û demokrasiyek bête avakirin. Di derbarê çarenûsa kurdan de biryara dawî ya konseya niştimanîa kurd de. Em dixawzin biryarêli ser çarenûsê xwe bidin. Tu daxwaziya me ya serxwebûnê tuneye.

Li ser  pisekî di derbarê PKK-ê de Haco got: Niha em hewceyê arikariyê ne. Ev civîna hanê gavek yekem û gelekî giringe ji bû çûyina rejima Esad. Amerîka niha pişgiriya midaxeleyek kî nake. Ji bo  vê Tirkiye jî gelekî behsa midaxeleyek fiîlî nake. Lê di dawiyê de wê cîhan mecbûr bibe ku li Suriye tiştekî bike.

DUYGU GÜVENÇ/Sabah

Werger: Rojevakurd

Back to top button