KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HEZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWEDÊ
Peyama sersaxiyê
Ji bo
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Rêzdar malbata şehîd Nesredîn Berhik, endamê polîtbûroya Partiya Demikrat a Kurd li Sûriyeyê,
Rêzdaran kadir, hevrê û dostên Partiya Demikrata Kurd li Sûriyê,
Birêz nûnerên partiyê siyasî û civakî,
Xuşk û birayên hêja…
Bêguman, bi şehîdkirina Nesredîn Berhik neteweyê kurd lawekî hêja, siyasetmedarekî çalak jidest da. Em xemgîn in.
Bila serê malabata gorbehişt, serê hevrê û hogirên wî û miletê kurd sax be!
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, terorkirina Nesredîn Berhik endamên polîtbûroya Partiya Demikrat a Kurd li Sûriyeyê, bi tundî rûreş û şermezar dike.
Em şehîd Nesredîn Berhik û hemû şehîdên azadiî û demokrasiyê bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Bila giyanê wî şad cîhê wî behişt be!
Careke din serê malbata şehîd, serê heval û dostên wî û miletê kurd sax be!
Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî Kurd û Kurdistan!
Bi rêz û silav
29.02.2012
Şefîk Kaya
Berpirsê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê