Kurd di çavê dunyayê de -2-
……
Yek ji serok komarekî ê berê ê ŞAY ê Ronald Rêygan derbarê netewa kurd fikir û ramanên xwe ên ne qenc weha anîye ziman: «Kurd firinge,çi dem ji mera pêwîstbe,an jî kengê bixazin em dikarin vêxin».Her çiqas torîvanê vê ramanê jîyana xwe guherîve jî lê ev ramana wî îro dijî. Ez nizanim çiqasî yê durustbe ku ez bersîva vê gotinê bidim.Lê gorî min ez ferz dikim pêwîste helwesta xwe derbarê vê gotinêda bînim ziman,binîvsim,bipersvînim,ev peywir û deynê meye.Em gerek derfetê nedin ku derheqa gelê meda ramanên xirabdabin,me biçûk û bê feraset bila nizanbin.Rewşenbîr di hêla menewîda parêzgerê netewanin.Min ku ev gotin xwend hestê min tijî bûn. Ji bo ku ev gotin bê bersîv nemîne ez jî zanebûna xwe ji dîrokê,hest û ramanên xwe weha tînim holê. Lê nizanim ev bersîv yê bibe bersîveke bi sîyanet an na.
…. .Mixabin hun dereqa meda gellekî çewt,şaş û xirab difikirin ,bi van gotinan va hun di derbarê netewa meda cînayeteke mezin dikin.Ku em jî vaîskar û êrîşkar bibûyana dereqa meda yê gotinên weha nehatana gotin.Evê dunya durî û kujerê mirovanda em ne êrîşkar,ne vaîskar, ne jî talankarê cîhanê, gelan nebûne, xêrxwezîtî û aşîtî armanc û daxwaza me bûye. Ji xwe zeîftir me tu wext pêpez nekirine. Em altindarê dîrokê bûne.Ev dîrok îro tê wekilandin,em edaletê temsîl dikin,lê hun dujminê edaletêne,lema jî hun hewl didin me vêxin,bere hevdin.We hawqas zirar gîhandîye kurd û Kurdistanê ez nizanim di pêşerojêda emê bikarbin ji bo van raman û emelên xirab we bibaxşînin (biborînin ) an na. Ku em biborînin jî lê dîrok….We mora talankarî û komkujîyê li dîrokê xistîye.Dem hat gêhîşt em ê tu dem rê nedin ku yên mînanî we hest û sîyaneta mirovan û gelanra ji bo berjewendîyê xwe qirêj û sexte bileyzin.Em hemberî kujerê, ezraîlê, vaîskarê û dagirkerê mafên mirovanin.
Hun li ser bedbextîya mijyonan,gelan ji xwera bextewarî û pêşerojê digerin,li hemberî mirovahîyê sîyaseteke qirêj,durî ,bê hempa, bê bingeh dimeşînin. Lê bese îdî, dema edaletê hat gêhîşt.Em sînorê edaletê dikşînin,agrê edaletê vêdixin. Lê hun hewl didin agrê mirinê dadin,vêxin.,şera gurkin.
Mirovahî hewceyî wekhevî û edaletêye.Kurdê dîsa bibin sembola edalet û wekhevîyê .Nevîyên we,torinên we yê nikaribin şopa weda bimeşin,emê wanra derfetê nedin firinga vaîskarîyê,talankarîyê,mirovkujiyê ,hovîtî û derewîyê vêxin navbera milyonanda nîfaq û şera pêjda bînin, gelanra bobelata çêkin,vê yekêra em ê rê û dirba nedin..Emê jîyaneke aza wekhev ava bikin ku mirov bikaribin rihet û serbest bijîn.Ji bo vê yekê hezar sale em raperîneke dîrokîdane.
Em îro bi hest û ramanên qenc,bi daxwazên pîroz hewl didin rênîşa dîrokê biguherin .Em bi hiş û fehmê xweva,bi raman û kirinên xwe va bandorî li ser her kesî dikin,cavê wan vedikin ku rastîyê bivînin,dagirkerîya,durîtîya dîrokî a deman û cîvakan bivînin,kirîn û firotana ku li ser nirxên mirovahîyê tên kirin bivînin,pêpezkirina mafê mirovan bivînin,dêmokratîya derewe sexte bivînin û serwextbin ku jîyanek nû,cîhanek nû paqij ,qanûnên nû,dastanek bi wate orjînal pêwîste,dastana nirxên mirovahîyêye giştî,kîjan ku her mirov têda bên nirxandin û mafê wan bên parastin.
Belê dawî û axirîya desthilatdarîya we a bi çete tê, li hemberî we bi dastana nû va milyonê rawestin,lewra mirovahîyêra jîna ku em dixwezin,cîhana ku em nêt dikin,pêşeroja ku em bi berxwedana dest tînin pêwîste,…aştî û wekhevî.Lê ji bo ku hun desthilatdarîya dunyayê bikin,miletan teslîmî xwe bikin,talan bikin ev nirxên pîroz ji wera dest nade.Lema jî hun ji vaîskarîyê, durîtîyê dest bernadin..Lê hun baş bizanbin mirov û gelên têgêhiştî bi rêk û pêk,xwedênas bê edaletîyê qebûl nakin,naecbînin, xirabîyê hesnakin,zû dereng yê dijî sîyaseta we a bê edalet rawestin,dawîya zorê tunene,wextê mirina raman û xastekên we xudbîn roj bi roj nêzînk dibe.Em hewl dikin dunya meda azadî û serxwebûna gelan ,wekhevîya mirovan ser keve,şer neqewmin xwîn hilneşê,êrîşkarî,zordarî ji holê were rakirin,bila dastana biratîyê bê nîvsarê,mirov destê biratîyê dirêjî hevdubikin,tevayî dunyak aram,geş siteqirî ava bikin.
Lê hun çi dixazin û çi nêt dikin .Li ser xwîna mirovan û gelan heyîn û hebûna xwe diparêzin.Ewladên xwe jî mînanî xwe perwerde dikin û dijî nirxên mirovahîyê,dijî azaya ,rizgarîya gelan dimeşin,xwe pêştir yên din nabînin.
Dunya mera ji bo pêşerojê aşitî û wekhevî lazime, kurd avangardê van raman û daxwazên pîrozin.Lê hun naxwazin dunya meda edalet were berpa kirinê,gel di nava biratîyêda bijîn,mîntalêtat a we,dîroka we,timatîya we,vaîskarîya we vê yekêra astengî û pirsgirêka pêşda tîne,ji bo ku hun bi dollarê xweva hukmî li ser cîhanê bikin li welatanda,deverên cuda-cudada tevlihevbûnê,nakokîya çêdikin,pêşketina gelan leng dikin. Û bi vî awayî (weha ) çawa dagirker,êrîşkar mafê milyonan dihetmînin.Mîntalîtêta we ya êrîşkar bi xwîna milyona hatîye mewcandinê .Lema jî kurda firing dihesbînin Em dagirkerîyê ,koletîyê qebûl nakin,bê edaletîyêra jî rê nadin.
Hela carekê dîroka xwe mêze bike paşê jî dîroka kurda bixwîne bê kurd kî bûne ?
Dunyake bê edeb,sûnî,bi tirs,tarî ,bi şer we ava kirîye ji bo ku bê sînor hukumdarîyê bikin. Lê ev dunya mala me hemûyane,mala mirovahîyêye,em derfetê nadin ku hun li ser mirovahîyê hukumdarîya xwe bê edeb bidomînin .Lewma jî hun dijî me radiwestin.
Kurd xêrxwez û mirovhesin,sembola edlayê,altindarê dîrokê,meya laşê mirovanin,xwedanê nirxên pîroz yên mirovahîyêne,dilsozin,dosthesin,bi hemdin,adil û xwedênasin,întêrnaçîonal ,mêrxas,merd û bi cesaretin,şervanê rastîyê û edaletêne,xwinê,neheqîyê,derewa hesnakin ,ji xwe zeîftira pêpez nakin,pira dostanîyê,nirxandarê wekhevî û edlayêne,parazvan û evîndarê mafê mirovanin,dûrî nijadperestîyêne,ne êrîşkar ne jî zulmkarin, keda helal hesdikin, hiş û ramanên xweva zelal û safin,ji bo berjepwendîyê xwe tu wext xirabîyê nakin,bi şerefin,mêrantîyê dinirxînin.,bi namûs û bi sîyanetin,xwdan vîcdanin,pêşengê qencîyêne,bê temenne qencîyê dikin,dujmin û kujerê xwe jî dikarin biborînîn,bi rehmin zû bendan bawer dikin.Kurd xwedanê van nirxên pîroz , giranbuha,girîng û balkêşin..
DîROK KURDA WEHA DINIRXîNE Û XARAKTÊRÎZE DIKE.
Dîrok kurda baş nasdike. Lê hun ji kurda hesnakin .Lewra hun li ser derewan dimeşin û bi zulm û zorê nefesê distînin. Dîroka we bi lekeye.,dîroka mirovahîyêra rûreşîye.Careke din we testîq kir ku dereqa mirovan û gelanda hun tenê xwedanê raman û fikirên qirêj, ne însanîdane,hun hertim nêcîrvanê mirovan û gelan bûne.We û yên mînanî we kurd kirine vê rewşê a dijwar.Jîyaneke wekhevîda û aştîyêda jîne armanc û daxwaza mirovan a hezar salane.Lê hun hewl didin mirovan dijî hevdu rakin
ADILBÛNA KURDA DÎROKÎYE
Kurd berpirsîyar û garantê wekhevî ,aramî û aştîyê bûne. Lê îro hun bi navê dêmokratîya derew û sexte hewl didin dunyayê dêkin li bin bandora xwe,givak ku hun mafê mirovan,gelan ji têtorê diparêzin .Lê têrorê mezin hun bi xwene,hun dijî îrada (vîna ),daxwaza gelan dimeşin. We bi xwe temam zelal anî ziman.,,çi wext û kêderê ji were pêwîste hun di navbera mirovanda agira vêdixin mirova bere hev didin.,,heyîn û hebûna wan bin tehlûkeke mezinda dihêlin,welatê wan dihetmînin,mal dewleta wan diçopînin.Bi fermana ewladên we jî îro çi cîhana meda diqewmin, hemû kirinên we zelal tê xuya kirinê,sîyaseteke qirêj didine meşandinê. Li dijî welat û gelan hun bûne torîvanê koledarîya hemdemî. Hun hînbûne xirabîyê bikin.,hun pisporê xwîn hilşandinêne.,,xwîna mirovên amûtam.Ji bo berjewendîyên xwe her rezaletêra hun amedane.
Mirovên aştîxwez û azadîhes yên ku şert û mercên we yên kotî û qirêj ra qaîl û razî nabin bi biryar û bi îsrara weva bi salan girtîgehada têne rencandin..Hun bi zorê hewl dikin milyonan tabê îrada (vîna ) xwe sextekar,hov û tamahkar bikin.milyona bi derewa dijî hevdu radikin,cavê we ji zêr û zîvê dunyayê.,ji niftê,ji keda miletan têr nabe.Hun gelekî cavnebar,tima û xaînin li hemberî mirovahîyê.Hun faîşê dîrokê û sîyasetêne,pisporê îxanetêne. Lê kurd navdarê dîrokêne,parazvanê nirxên mirovahîyêne.Lewma jî hun hewl didin kurda bişewtînin,bere hevdin û bi sed salan paşda bavêjin.,mecal û şansên kurda ên pêşketinê qut bikin.Ji bo ku kurd jîyanêda ser nekevin,serbilind nejîn hun hertim emel û tedbîrên qirêj hemberî kurda didine şuxulandinê.Lewra kurd ji we têne cudakirinê xwedanê emelên tewrebilindin.,torîvan û efrandarê,destekdarê,pişikdarê qencîyêne,cav têrin..
Lê hun bi şer nefesê distînin,her tiştê we şer û derewin,we jîyana xwe li ser dagirkerîyê,talankarîyê,komkujîyê û li ser derewa ava kirîye,jîyanêda tu tişt têra we nake,hun gelekî xebîs û cav tengin (cavqulin). Lê derew û kirinên we bi azadîya meva yê qutbin,êrîşkarîya we ya li ser mirovahîyê,dîrokê bi rizgarbûna,serkeftina kurdava yê dawîbe.Lewma jî hun ketine teşvîşeke,telaşeke mezin.Dastana me ya yekbûnê ji wera nerehetbûnê pêşda tîne,berxwedan û serhildana me we bê hesav digivşe.Berxwedana me ya dijî zulm û zorê,înkarê her ku berfireh dibe,dibe ya giştî îdare kirina we ya ku li ser zorê hatîye damezirandin his dike ku yê nikaribe vaîskarî û talankarîyêra mijûlbe.Nefesa we hêdî-hêdî dimicqe. Cavê we ji mera têr nabe.
Em meydanada têgêhîştin,dunya me nas dike.Cavê dunyayêda em ,,merdin,mêrxasin,mirovhes û xêrxwezin,mêvanhes,dilsoz,dost perest,bi sîyanet û xwedênasin ,,
LÊ HUN KÎNE ?
Tima û xwehesin jo bo we dollar,malê dunyayê,ji her tiştî hêjatir û çêtire,ji jîyana milyon-milyon mirovî pêşdatire. Lê ji bo me sîyanet û nirxên mirovahîyê ji her tiştî çêtir û hêjatire.Hun hewl didin çi buhayî dibe bila bibe mirov,cîhan ji bo we bişuxule ji wera bibin dîl û kole. Em jî hewl didin sîstêma dîltîyê,koletîyê ji hole were rakirin..Wekhevî,azadî,biratî cîhana me rapêçe tu cudatî li navbera mirovan û gelan da tunebe. Lê hun çi dixwazin ?,
Hawqas çek,top,firinde,çekên kîmyavî we çêkirine.Ev hemû dijî kêne ? Axi çira hun çeka çêdikin ? Ji bo ku li ser mirovan alvêrê (bazirganîyê ) bikin.,li ser xwîna mirovan milyarda bidin hev.Qe çavên we ji xwînê têr nabe. Binhêre mabeyna meda çiqas ferq heye.
Hun hewl didin mirovan bikujin,welatan belakin ji bo dewlemendbûnê.Lê em berxwedanê dikin cîhanek azad,adil ava bikin. Dijî xastek û emelên we em radiwestin.Lema jî hun daxwas dikin me mînanî firingê vêxin.
Em demeke dirêje dîrokêda veşartî man. Lê naha em rabûne,em arîne û arîtî ji me dest pêdike. ,,ARÎYÊ KEVNAR Û KURDISTANA NEMIR ,, .Torîvanê vê kitêbê Galyama Salavate.EW zelal dinîvse ku kurd kalikê arîyanin…Hun jî arîne,lê hun ji cilê xwe derketine cilê xwe begem nakin. Lê kurd layîqî resena xwene.Ev dunya hewceyî îrade (vîn) û toreyê me,mejûyê meye.Kurd vê dunyayê ji nûva yê ava bikin..
Êstafêta jîyana durist careke din derbazî destê kurda dibe.Bi serkeftina kurdava dunyayê xaşbe.Lê hun vê xaşbûnê naxwazin.Ji altindarîya kurda dîroka mirovahîyê jî azad û zelal yê xuya bibe.,dîroka tehrîfkirî ji holê yê rabe.Ev dîrok barbarên dîrokê qels û çewt kirine,girasekî qirêj û pintî lêkirine,paqijkirina wêra berpirsîyarî ketîye li ser kurdên hemdemî..Lewra kurd dikarin rênîşa jîyanê buguherin û pirsgirêkên dîrokî,global bi wîcdan çareser bikin.
KURD NAYÊNE KIRÎN FIROTANÊ (ÎSAÎYA, GLAVA 13-17, ZIMANÊ RÛSÎ.
Kurd xwe nasdikin,têgêhiştin careke din nayên xapandin,nirxên mirovahîyê ên pîroz hertim daxwaz û xasteka kurda bûye.Dema azadîya me hat gêhîşt.Vê mecal û derfetê kurd ji dest bernadin.DîROK û REWŞA MIROVAHîYÊ yê bê guherandin. Desthilatdarê vê dîrokê a çewt ro bi ro acîz û zeîf dibin li hemberî me.
Îro welatê minda ê dîrokîda agirê azadîya cîhana me vêdikeve bi laşên kurdava.bedena kurdava gur dibe,ev agir natemire bûye meşel,bûye helebêtî,zindîbûn û cesaretê dide milyona.Sîmfonîya edaletê,aştîyê tê sêwirandinê.Vî dengî kes nikare bibire,dengê edaletê xastek û armanca kurdane.Kurd cengewarê,risarê vê edaletêne,mêrxasê aştîyêne.
Kurd – navê xwedayê rastîyê,heqîqetêye.Dunya durî ê hovanda jêra cî û rê,rûmet tune, veşartî û esaretêda maye.Ji bo ku zincîrê esaretê biqetîne bi qurnava destbi berxwedanê kirîye, bûye şoreşger ,şoreşgerê demê.Li ber vê şoreşê we jî xwe şaş kirîye.Lewma jî hundir û mejûyê weda çi ku heye bê hemdê we we anîye ziman…Ev jî mîntalîtêta we.Bê şik vê şûnda her hemla we a dijî kurdan yê neyê sêrî, jê negire,lewra kurd raperînekêdane,bi hêzin,rêya heq û durustdane.Ev raperîn hun dizanin ku dijî weye lewma jî hun nerehetin.
Milyonava mirovên planêta me ji kirinên we şil û şetin,seqet bûne. Ji wera nîfretê dikin . Lê dereqa kurdada weha dibejin. ,,KURD AQILIN, ADILIN,NATÎQIN (ORATOR ),POÊTÎKIN Û BI EŞQIN (ŞOX ŞENGIN ). Mirov bê şik dikare bêje ku naşipe tu kesî miletekî mustesnaye (cudaye ,fovgeladeye ).Kurd ku tera soz da dikarî bawerîyê lê bînî.,xwedênas û mirovhesin. (mirovperwerin) ,,, A.Vasîlyêv-ruhulutzan
Dîrokêda tu kesî xweser bi kurdan nikaribûye şervan,azadîhes û bi vîcdanin. Kurd bi ruhê xwe ê nêzînkî xweda.,torê xwe ê dilovanva naşipe tu kesî,miletekî tewrebilind..,hêja û temîze.Layîqî jîyana bi rûmete. Miletekî bê hempa,bê eveze.Qehremanê dîrokî ê mirovahîyêne. Lê hun kîne ????
Xwe naskirin şeref û sîyanete.Çarenûsa me ketibû li bin bandoreke bê edalet, hemberî me zû-zû cînayet diqewmîn. Ji mera hawqas zor û zulm hate kirin lê me xwe înkar nekir,ne ji em unda nebûn,me xwe parast. Ji xwe înkar kirin ji vê mestir jîyanêda cînayet tune.
Lê we hîndû qilandin,betilandin………………..
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ