PDK-10.Min Kongra Xwe bo çi mebestê pêkanî?

Piştî heşt Salan  PDK-B Li Hewlêrê  bi delegeyên ne endamên partiyê kongara xwe pêkanî!? Kongre weko Malpera resmî ya partî li jêr diyarkirî;

Tûvê damezrandina PDK-B  li Silopî di Sala 1963de hatibû avêtin. Wîdemî Silopi ango binavê Kurdî Girka Mihemê Emo bibu çarriyana Herçar beşên Kurdistan. ango Rojava, Rojhilat, Basûr û Bakurê Kurdistan bi xweve girê dida.

Lê Dîrokvanên Partî yanjî ew xwe dikin dîrokvan dema behsa dîroka PDK-B dikin heçku Silopî ji wanre armancekî reş, welê xwe ji wê dîrokê didin paş û jê direvin!? Ev helwest jî ji realita ku beyana kongre behsdike jê dure û rastiyan
qebulnakin!

Ez vegerinm ser encamdayina10..min kongra PDK-B ku ez çend gotinên xwe liser dixwazim binim ziman.

Nisan 2013‘de 10. Kongresi‘ni gerçekleştirdi.“Diriliş, Yenilenme, Ulusal ve Siyasal Haklar için Sivil ve Demokratik Mücadele” sloganı ile toplanan Kongre 109 delegenin katılımı ile 2 gün devam etti.
(http://www.pdk-bakur.com/index.php/nuce/3020-pdk-bakur-10-kongre-sonuc-bilrdirgesi.html).

PDK-B ne weko daxwaza xwe, (yanjî bila daxwaza wê be), belko weko keseki seyirçi, ne zeleliyek di beyana encamdayina kongra xwede weşand! PDK-B krakterê xweyê kels yê siyasî nîşa raya gişti ya gelê Kurd û Kurdistanê kir. Lê gelo komîsyona ev beyana encamdayina kongrê nivîsandîn û weşandîn, çi raman diserên xwede raçandibun ku beyanekî ev hinde kels, başketî, bêhelwest û ji rastiya doza milli ya Kurd û Kurdistanê dur belavbike?

PDK-B ne kariye berxwedanê nejî kariye nûjenbunê û nejî kariye têkoşîna Sîfil  û demokratîk bidomîne. Jiberku ev jiderveyê kapasiteya Partî û desteya wan yaku sedê 95 ne endamên Partî pêkhatiye hatiye encamdan.PDK-B Dema behsa realiteyê dike ew bixwe ji realiteyê xwe dide paş, dema parti yanjî komisyona ko ev karê ne rewa pêk anî kirîye ji reliteyê reviyaye û realiteya gelê Kurd û rastû dîroka partiya xwejî binpêkiriye. Ev bêgoman dijê realiteya partî bixweye. Lê %95 delegeyên ne endamên Partî jî nikarin realita doza gelê Kurdistan di beyana dawiya Kongrêde bo gelê Kurdistan berçavbikin. Jiberku ewan hêjî nûne û ji derve seyra vê meseleyê kirîne. Ev bêgoman baweriya mine ez dibêjim. Dibeko çendek kesên bi rumet mirov ji derveyê vê buçûnê bigire.

…(Kongre delegeleri iki gün boyunca yoğun bir şekilde siyasal gelişmeleri
değerlendirerek).

Kongre pêvajoya siyasî çawa şilove kiriye? Ev di beyana kongrêde bi zelalî dixweyêt! Pêvajoya siyasi eger gotobêj bihata kirin da Partî helwesta wê ya milli di beyana xwede bida nîşandan. Ev helwest kelse û weko nivîsekî xwendevanên  sinifa yekê maye.

PDK-B çi dixwazit bo Kurdistaniyan? PSK federalizmê ji Kurdanre dixwazit li Turkiye, PKK yani Kurd halk ihanet teşkilatî milli misaki sinirlarini genişletmesini istiyor. Dewletekî Kurdjî heram û ne meşrû dizanit. Gelo PDK- B çi daxwaz kiriye bo gelê Kurd û Kurdistan di beyana xwede? Hîç!! Weko kesekî seyircî berê xwe daye doza miletê Kurd. Realîte û ev helwesta kongra parti gelik jêk durin. Ev cihê xwe rexnekirinêye ku Partî doza lêburînê ji gelê xwe
bike sebinet vê beyana kongrê.

Realita siyasi û pêvajoya rojhilata navîn partiyê qet nekariye analizbike. Ji tirsabuye, ji daxwazbuye ev jî ne diyare!

Jixwe ev beyana netîca Kongra PDK ya 10.min hinde dengjî neda û tu aktualita wêjî dinav gelê Kurdde dengjî veneda.

Kesayetiyên liser serên vê partiyê muselletbuyîn astenga heri mezin di dîrokêde xistinber singe xebat û têkoşîna partiya Bakur. Heşt Salan 3-4 kesan partî xistin qefesekî teng û tarîde. Ev nebesbu vê carê xerîbên jider nekarîn rastiya xebata wê berçavbikin û beyana kongrêjî weko rezaletekî dîrokî kete berçavên raya giştiya Kurd.

Di kongrêde Partiya Basûr bo factor ev hole tê diyarkirin, lê Başûr takozê esasiyê liber xirxalê Partî bixweye jî. Eger tu Miletbî ku goman nine wîdemî divêyabu helwesta siyaseta partî ne bi gotinên bê xwebêj, berku şêmber(sumut) bo raya giştî bihata rêzkirin. Lê weko lijor hatî diyarkirin kapasita fikrî rê liber hatiye girtin û nekariye weko partiyekî  siyasî mudahaleya doza  mafê gelê xwe bike. Rewşa amadekirin û pêkanîna hazirîya deledeyan tam bi gotinekî rast û Kurdî; rezaletîbuye. Evjî bo nesîbê partî…Partî kongra xwe bo çi mebestê pêk anî? Nûkirinbu yanjî keskirinbu?

25.5.2013

Îsmaîl Girikî 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: