Kurd bi "dersa bijarte" qaîl nabin
Li Tirkiyê êdî Kurd karin zimanê xwe yê dayikê bi dersa bijarte a Kurdî fêr bibin. Ev mizgîniya duh serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe de da. Çendake ku her tim ev mijar dihate rojevê lê her tim dihat daxuyandin ku, ji bo Kurdî bibe dersa bijarte, xebat dewam dikin. Duh hate eşkerekirin lê naverok wê çawa bibe, kengî wê destpêbike, heftê çend saeta wê ders were dîtin, hîn nehatiye zelal kirin.
Piştî eşkere bûna dersa bijarte, Kurd-Derê daxuyanî da ku ew bi dersa bijarte ne qaîlin. Divê her kes bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibîne.
Tê zanîn, ji her partî, sazî, dezgeh û kesayetên Kurd, di mijara bi zimanê dayikê perwerdebûyîn de dengekî hevpar derdikeve. Li ser vê mijarê Kurd bi îtifakin û dersa bijarte qebûl nakin, perwerdehiya zimanê zikmakîyê dixwazin.
Civakzan û rewşenbîrê Tirk Îsmaîl Beşîkçî jî, ji bo dersa bijarte a Kurdî wiha dibêje: Kurdî ji bo Tirkan dikare bibe dersa bijarte, lê ji bo Kurdan na.