Roja serxwebûna Rusiyayê li Hewlêrê hat pîroz kirin

Bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, Mesrur Barzanî serokê ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê, hejmareke wezîrên Kurdistanê, nunerê partî û aliyên siyasî û nûner û konsulusên welatên biyanî yên li Kurdistanê, merasima pîrozkirina roja Rusya, roja serxwebûna Rusiya fedaral li bajêrê Hewlêrê birêveçû.
Di merasimê de, Valêrî Pospîlov konsulusê giştîyê Rusyayê yê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û wî di gotara xwe de, ji bilî spaskirina serok Barzanî û beşdarên merasimê, her wiha bi kurtî di derbarê destnîşankirina vê rojê ji aliyê hikûmeta Rusyayê ve pêşkêşî amadevanan kir. Konsulusê giştî yê Rusyayê yê Herêma Kurdistanê di axavtina xwe de ragihand ku, roja 12ê hezîrana sala 1991 yekem hilbijartina serokomariya Rusyaya Federal hate encamdan û di sala 1994ê bi fermana serokomar ev roj wekî roja seranseriya Rusyaya Federal hate destnîşan kirin.
Her wiha navbihurî ragihand ku, cejna serxwebûn û azadiya Rusyayê li welat bi awayeke fermî ji aliyê tevahiya welatiyan ve tê bîranîn û wekî roja Rusyaya Federal jî tê binavkirin.
Piştî axaftina Pospîlov, Kawa Mehmud wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta herêma Kurdistanê gotara serokayetiya herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Mehmûd, ji bilî pîrozbahîkirina li tevahiya gelên Rusyayê, wî di axavtina xwe de got:
– Xelkê Kurdistanê hem li berê û hem jî nuha pêwendiyekî gelek baş û bihêz digel gelên Rusyayê hebûye. Ev pêwendî jî vedigere bo wan salên Barzaniyê nemir digel hejmarekî hevalên xwe berev Yekîtiya Sovyetê birêket.
Wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta Kurdistanê got:
– Em hewl didîn nuha û di paşarojê de van pêwendiyan zêdetir bihêztir û xurttir bikîn ku, di berjewendiya her du aliyan de be. Ji ber ku ev pêwendî çend pêwendiyekî siyasiye, di heman demê jî pêwendiyekî akademî û kulturiye. Her ji bo wê yekê îro em bi xweşhaliyê ve di merasima roja serbixweyiya Rusyaya Federal de beşdar in.