Polîtîk

Li Kerkukê êrîşa biroyên PDKê kirin

Kerkuk vê sibê bi teqînên bombeyan ji xwe hesiya. Danê sibê li sê taxên cuda 3 êrîşên bombeyî ku, armanca her sê êrîşan jî hedef girtina biroyên PDKê bûn, pêk hatin. Di encama teqînan de mirovekî jiyana xwe wenda kir û dîsa 26 kes jî birîndar in. Êrîş li semtên Raperîn, Pencealî û Rehîmawa qewimîne.

Siyaseta ku Kurdistanî ya ji aliyê PDKê ve tê rêvebirin partiyê dike armanca êrîşên erebên nijadperest. Lê ev êrîş di bingehê xwe de li ser parêzerên berjewendiyên neteweyî yê Kurdane.

Back to top button