Civak

Kurd bergiriyê li welatê xwe dikin

Eve demek e, li ser pirsa deverên ji Kurdistanê vebirî derên wek Kerkûk û cihên din derketî holê kurd dixwazin bergitiyê li Kurdistanê bikin. Piştî Malikî hewl da ku hêzekî taybet ji bo dagirkirina Kerkûkê û deverên din ava bike kurdan jî li himber vê helwest stand.

Malikî hêza operasyona Dicle ava kir û ne qanûnî xwest Kurdistanê kontrol bike. Li himber vê bi fermana serokê Kurdistanê hêzên pêşmerge û herweha hêzên din yên taybet çûn Kerkûkê û deverên din rê li artêşa Malikî girtin.

Piştî vê bûyerê li Kurdistanê bi hêzaran hevwelatî daxwaz kirin ku çek rakin û bergiriyê li welatê xwe bikin. Li gora agahdariyêmn digihin heta niha tenê li Hewlêr a paytext zêdeyî 10.000 kesan serî li dezgehên hukumetê dane ku ew çek hilgirin û bergiriya welatê xwe bikin.

Herweha li gel xelkê bajêr gelek dezgehên civakî û sivîl jî ji bo bergiriyê li Kurdistanê bikin serî li hukumetê û dezgehên pêwîst dane û amadebûna xwe dane kifşkirin.

Back to top button