Cîhan

Rusya:Beşar guh nade me

 
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin du-sê roj berê dema ku li Tirkiyê bû, gotibû ku ew dê tewrine cudatir li pêşberê Sûriyê werbigirin.

Îro jî serokê grûba meclisê Vladimir Vasilyev ku nêzê Putin tê naskirin, derheq Sûriyê de weha got:

“Desthelatiya Sûriyê karê xwe sererast nake. Me dîtina xwe ji bo meşandina desthelatiyê bi hikûmeta Sûriyê re parve kirbû. Lê va ye em dibin şahid ku hêza berpirsyariyê zeman bihurandiye.” Û Vladimir weha domandiye ji bo revdeyek parlemanên Ingilîzî: “Beşar Esed dîtina Rûsyayê nade ber çavan. Herweha tîna me li ser Sûriyê jî, pir bi sînor e.”

Tê gotin ku Rûsya dixwaze ku Beşar Eser bi riza xwe dest ji desthelatiyê berde.
 
Lê belê rastiya meselê ev e ku Rûsya çendî ku dest ji desthelatiya Sûriyê berde û Beşar Esed ji çav derxe jî, lê belê ew tu carî dest ji Sûriyê bernade û xwe ji wirê qut nake. Ji ber ku mana leşkerên Rûsyayê li nêv axa Sûriyê,  ji bo Rûsyayê pir girîng e.
Di van demên li pêşiya me de ev mesele wê zelal bibe.

 

Rojeva Kurd

 

Back to top button