Wezîrê Derve yê Frensayê Laurent Fabius li ser tehdîdkirina xelkê bi çekên kimyewî ji aliyê Rejîma Sûriyê ve, bi tundî li dij Sûrî derket û got ku ew di vê meselê pir hişk in.

Wezîr Fabius daxuyaniya ku di civîna wezîrên derve yên NATOyê de piştre jî bo rojnameyan li Brukselê diyar kir, weha got: Di van rojên dawîn de li medyayê tê dîtin ku Sûriye xelkê bi bikaranîna çekên kîmyewî tehdîd dike.

Wezîr li axatina xwe domand û weha got: Em dibînin ku Sûriye di van rojên dawiyê de şûna amûretên kimyewî diguherîne, ev nûçe ji aliyê Emerîkayê ve jî hatine piştraskirin. Li pêşber vê kiryara Sûriyê, divê civakên Navnetewî bêzîtiyeke lezgîn bidin nîşandan. Pêgira Fremsayê jî wek van endamên dî yên NATOyê pir hişk e. Rejîm ji ber ku di van rojên dawiyê de zêde ax wenda dike, ketiye rewşeke xirab. Îcar xetera ku çekên kimyewî bi kar bîne jî zêde bûye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: