Kultur

Kovara Nûbiharê meşa xwe ya hîjdeh salan didomîne.

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 110an meşa xwe ya hîjdeh salan didomîne.
Kovara hunerî, çandî û edebî ya demsalî Nûbihar, bi hejmara xwe ya nû derket hizûra xwênerên xwe.
Wekî her jimarê, nivîsên curbecur û nirxandinên li ser gelek mijarên cuda cuda cihê xwe di vê jimarê de jî digirin û naveroka kovarê pirreng û dewlemend dikin.
Di vê jimarê de nivîsa pêşî ya edîtorê kovarê Suleyman Çevik “Dayina mafan ne lutf û qenci ye.” li ser helwest û tewra rêvebirên sazûmanê ye. Çevîk, bi gotineke ku ji Mela Seîdê Meşhûr girtiye destnîşan dike ku dayina mafên kurdan ne lutf û qenciyek e, ew mafekî mecbûriye ku divê bête dayin.
Nivîsa din ya Huseyn Şemrexî ye ku du helbestên şairê kurd ‘Eliyê Herîrî kiriye mijara xwe û li serê tehlîlek baş kiriye. Şemrexî di vê nivîsa xwe de nusxeyên cuda cuda dide berhev û şaşîtiyên ku hetanî niha ji hêla nivîskar û vekolînerên kurd ve hatine kirin, radixîne ber çavan.
Selman Dilovan bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Besîreta Melayê Cizîrî û têgihîştina me.”  û Ehmed Akin jî bi nivîsa “Hermenotîk, modelyên şîroveyê û Melayê Cizîrî.” Terz, şêwe û rêbaza ku di derbarê şîrovekirin, nirxandin û xebatên li ser Melayê Cizîrî hatine bikaranîn rexne dikin û xwerûkirina helbestên klasîk wekî xeterekeye mezin û asîmilasyonê dinirxînin.
Nivîsa bi navê “Leyistikên medresên kurdan” ku ji hêla Ebdulhadî Botî û M. Salihê Dihê hatiye nivîsandin, qala leyistikên medresan yên ku ji hêla feqiyan ve dihatin leyistin dike.   
Xweşmêr bi nivîsa xwe ya li ser Bersîsê ‘Abid,  dide pey rastiya vê qisseyê  û diyar dike ku ev qisse di kevneşopiyên gelek dînan de heye.
M. Reşîdê Hiritî li ser helbestvanê kurd yê nuktedan Axaukê Bêdarî ku pir zêde nayê zanîn, xebateke rind kiriye û giranbuhayiyek din kiriye muxatebê hezkiriyên dîrok û edebiyata kurdî.
Nirxandinek din ya ku li ser zimanê kurdî û nerewacbûna wî hatiye kirin jî, nivîsa bi sernavê “Qedirnezanîna zimanê kurdî” ya ku ji hêla Mihemed Jiyan ve hatiye nivîsandin e.

Nivîsara Wisif Zozanî ya bi navê “Alfabeya kurdan a herî kevn.” Di encamê lêkolînên dûdirêj û hûrbînî de hatiye amade kirin. Ev gotara hêja û biqîmet, alfabeya kurdan ya herî kevn derdixîne rojevê û rê li ber vekolîn û xebatên nû vedike.
Ednan Ferat Beyar bi nivîsa “Li ser felsefeya heyînê.” Armanca hebûna mirovan, jiyanê, heyînê û lêgerîninên li ser çawaniya jiyanê dike mijara xwe.
 Ceribandin/hîkayeya ku ji qelema nivîskarê xwedan tecrûbe Rahmetullah Karakaya derketiye “Ey Mirin.”  Ceribandina kesayetê qedirbilind û mezinê kurd Ebdulmelîk Firat “Mirin û jiyan.” Ya Paşa Amedî “Xebat û kedkariya jina kurd.” û ya Mucteba Baravî “Bawerî û bawermendî.” Ceribandinên vê jimarê ne.
 Çîroka Felat Dilgeş “Valîde Camî.” û ya Hesen Polat “Berav” çîrokên vê jimarê ne.
Herwiha, Mela Silêman Şoreş, Rojen Barnas, Gulnar Elî, Arjen Arî, Mehmêd Alî Sadik, Zilkîf Xweşhêvî, Seydayê Cirnê Reş, Xezal Meral Dêrikî, M. Zahir Ertekin, Bargiran Şanaz, Dildar İsmail, Raîfê Bêçare, Zafer Berdestî, Kamran Simo Hedilî, Dengbêj Hecî Evdirrehman û Seyda Ronahî jî helbestvanên vê carê ne.
Di beşa danasînê de kitêbek û şairêk hene. Felat Dilgeş kitêba bi nav “Desteyek ji çîroka jiyana min.” Ya Mehmûd Yeşîl û Omer Uluçay jî şairê kurd Mihemed Hemo didine nasandin.
Ji xeynî van gelek wergerên curbecur û rûpelên zarokan Nûbihara biçûkan li hêviya xwênerên xwe ne.

Back to top button