Polîtîk

Helwesta BDP-ê hêj ne zelale

Parlementerê BDP-ê û cigirê serokê gruba partiyê di parlementoyê de, konferansek rojnemevanî pek anî û behsa hinek dîtinên BDP-ê kirin. Yildiz piranî li ser rewşa perwerdê û ferqiya nava xwendinê li bajarên rojhilat û yên li herêma Kurdistanê sekinî.

Li ser pirsên rojnemevanan behsa helwesta BDP-ê, di derbarê guhertina destûrê kirin. Rojemevanekî ji Yildiz pirsî:

–    Tê gotink u BDP ji bo guhertina pakêta destûra bingehîn li gel Ak-Partiyê di nava pêwendiyekî de ye û hinek bazarên weşartî dibin. Ev yek raste?
Yildiz da diyarkirin ku, wan li gel Ak-Partiyê tu bazarî di derbarê destûrê de nekiriye. Lê got ku, ev guhertinên destûrî pirsa kedkaran, aleviyan û kurdan çareser nake. Emê li gel muxalefetê ji bo destûrek nû xebatê bikin. Emê li gel karker û rewşenbiran kar bikin. Me dîtina xwe di parlementoyê de gotiye.

Back to top button