Polîtîk

Wezareta Petrolê geşbîn e bi şandina petrola Kurdistanê

Rûdawnet – Hewlêr: Cîgirê Wezîrê Petrolê yê İraqê Mutesem Ekrem, ragehand ku bi mebesta hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, îro (10 Nîsan 2010) şandê Wezareta Petrola İraqê ligel Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê dicive.

Di daxwiyaniyekê de bo Rojnameya Şerq El-Ewsed Mutesem Ekrem, hêvî kir ku civîna îro eşkere û berhemdar be, bibe çareseriyek bo nakokiyên navbera Hewlêr û Bexda yên derbarê potrola Kurdistanê de.

Ekrem, da zanîn ku serdana şandê Bexda li ser vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye û got: ‘’Wezareta Petrolê biryar daye çawahiya hinerdekirina petrola kêlgehên Herêma Kurdistanê û mafê fîrmayên taybet bi wî biwarî ligel herêmê gotûbêj bike.’’

Cîgirê Wezîrê Petrolê herwiha dûpat kir ku hinardina petrola herêmê di berjewendiya herêm û Bexdayê de ye jî û berdewam kir: ‘’Em ne dû dewletên cuda ne, dahatê petrola herêmê dikeve xezîna federalî. Daxwaza min êdî pirsgirêkên teknîkî nebin sedema rêgiriya sûdwergirtinê ji samanên xwezayî.’’

Hêjayê gotinê ye mesela petrolê, yek ji pirsên serekî yên daleqandî ye di navbera Hewlêr û Bexda de, bi taybetî piştî wêya Wezareta Petrolê ya İraqê got îtîrafê bi girêbestên petrolê nake yên ku Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêmê ligel fîrmayên hilberîna petrolê îmze kiribûn.

 

(Rudaw)

Back to top button