Polîtîk

Pêwîste hevpeymanî li navbera her 4 lîsteyên yekem da be

 

* Cenabê Serok bi xêrhatina we dikîn û ji bo vê derfet û mîhvandariyê gelek spas .

 

– Bixêrhatin gelek spas.

 

* Cenabê Serok biborin, ez lêborîna xwe ji cenabê we û temaşevanan dikim bi sedema guhertina keşûhewayê serma ez girtim, lê nedibû ev hevpeyvîn bête paş xistin. Bila em ji encama dawiya hilbijartina Parlemenê destpêbikîn, gelo hûn çawa dibînin? Gelo wekî ku dihate axaftin tenê guhertin bû an ji nû dirustkirin û berhemhênan bû?

 

– Bi raya me nirxandina vê proseyê, belê proseyeke baş bû, lê belê ji kêmasî û pirsgirêkan jî dûr nebû. Vê carê hemû pêkhatên gelê Iraqê beşdarî li vê proseyê da kirin, guhertin li vir daye. Niha jî encam rûn û eşkerene û wekî hengaveke paşarojê em li benda qonaxa şêwirînê ne.

 

* We behsa wê yekê kir hemû aliyê Iraqiyan têda beşdarî kirin, Lîsta El Iraqiye li vê hilbijartinê da zêdetirê kursiyên Parlemena bi destanî. Gelo li gor binkeya sunnî ew lîste hun bawer dikin ku eve serkeftine ji bo tayfeyek li ser hesaba tayfeyeke din an jî serkeftine li ser tayfegerî?

 

– Li rastiyê de eve ne serkeftina tayfe û rêxistineke li dijî yekî din. Belê, serkeftina Lîsta El Iraqiye li nav xwe de guherînek bû, her çende pêkhata sunne zêdetirê wê lîsteyê pêktîne lê belê em nikarîn bibêjîn Lîsta El Iraqiye tenê lîsta sunneye.

 

* Gelo hevpeymaniya we li gel Lîsta Ellawî da dibe?

 

– Ellawî ji mêj ve ye hevpeymaniyê meye.

 

* Êdî lîsteya wî?

 

– Şêwirîn demeke nêzîk de dibe û bi raya me jî her hevpeymaniyek pêwîste li navbera her 4 lîstên yekem da bibe neku li navbera 2 lîsteyan de pêk bê.

 

* Ku wate hun pêşniyara Hikûmeta yekîtiya nîştîmanî dikin?

 

– Belê em bawerin eve xizmeta pêvajoyê dike.

 

* Çawa?

 

– Bi îhmal kirina her yek ji wan 4 lîsteyan prose bi giştî nabê û gelek kêmasî dibe û bêguman derencama wê jî li berjewendiya Iraqê da nabe.

 

* Lê belê hun çawa ji wê hewldana îhmal kirinê têdigihin? Doh Ellawî got hewla îhmal kirina lîsteya wî li holê daye û belê niha û berê jî yasaya rîşekêş kirina be’es lîsteya wî girtiye rojane jî êrîşên cur bi cur ji bo endamên wê lîsteyê tê bihîstin û berî demekî pirsa nasnameya dayika Ellawî li holê dabû ku ne Iraqî ye û nabê bibê Serok Wezîr ji bo wê yekê Ellawî got eve projeyeke ji bo dijayetî kirina dengê kesên Iraqî. Gelo Ellawî ji ber vê behsa hilweşandina Iraqê dike?

 

– Li rastiyê da hemû lîste Iraqîne û nîştîmanîne û sîfeta wan ya nîştîmanperwerî nabê bi yek lîst bi tenê bê dayîn hemû lîsteyên Iraqî û nîştîmanîne, nabê ev hewldan bi siyasî bêkirin eger her girifteke wekî rîşekêş kirina be’es hebû divê bi yasa bê cih bi cih kirin.

 

* Lê belê we piştgiriya rîşekêş kirina be’esê kir.

 

– Em ne li gel wê yekê da ne ku be’es bikin derbasbûnek, em her ji destpêkê ve li dijî nanbirîna be’esiyan buyîn, rîşekêş kirina be’es bi awayekî rast û dirust nehate bi cîh kirin.

 

* Birêz Barzanî lê belê me nerazîbûna we ya li vî derbarî de nebîhîst?

 

– Min tu demekî helwêsta xwe veneşartiye û min got rîşekêş kirina be’es wate rîşekêş kirina kar û kiryarên be’es û reftara be’es û dîktatoriyet. Rîşekêş kirina min tê wê wateyê neku nanbirîna malbatên Iraqî bi tenê eger be’es jî bin.

 

* Em îro li ser asta siyasî da behsa wê babetê dikîn, gelo hun li gel cih bi cih kirina siyasî rîşekêş kirina be’esin, gelek axaftin heye û we baş bihîstiye ku guwaye pêkhata sunne dijminê herî sersextê Kurde be’es jî wekî kanala herî serekiya wê pêkhatê ye cihê metirsiyê eweye bi wateya ewê ji bo parastina neteweya Kurd li neteweya Ereb ditirsê, çawa bersîva van axaftinan didin?

 

– Ev axaftin neraste û veşartineke tevahiya rastiyê ye bila em vegerîn li ser dîroka nêzîk, be’es bi 30 salan hukmê Iraqiyan kir, be’es bû çekê kîmyawî dijî Kurd bikaranî, rejîma be’es bi giştî 500 gund 4500 gundên li Kurdistanê wêran kir û 8000 Barzanî qetlî’am kir û li Helebçe çend xulekek da 5000 zarok û jin û pîr û genc kuşt û zêdetirê 12000 gencên Feylî kuşt. Ew tawan hemû ji aliyê hizba be’es ve hate encamdan. Li ser wê jî me guftûgo li gel be’es kir, ez li sala 1991 çûme Bexda û min bi be’esiyan re got û min bi şexsî bi Seddam re got eger li nav deryayeke xwînê da melevanî bikim û bême Bexda ji bo pirsek ku me qurbanî bi navê wê dabê tu tirseke min tûne. Li dema raperînê jî 2 feyleqê artêşa Iraqê xwe bi gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi destdan, li demeke ku birîndarên çekê kîmyawî hê jî li nexweşxaneyê dabûn. Dikarî bipirsî gelo yek serbazê Iraqê jî li Kurdistanê rastî îşkence hatin? Nexêr me rêza wan girt her çende ew ew hêz bûn ku tawanê li dijî gelê Kurd encam dabûn, ji bo wê yekê em li dijî Erebê sunne ranewestane, lê belê bi mixabinî heta niha jî hinek kes hene îdî’aya nûnerayetiya Erebê sunne dikin li dijî hemû daxwaz û maf û berjewendiyeke Kurd li destûra Iraqê da rawestan. Em wan bi nûnerê sunne nizanîn, lê belê em nikarîn pêwendî li gel reftarên bi vî awayî bikîn.

 

* Birêz Barzanî tu kesek û serkirdeyeke Erebê sunne soza berfirehbûna Herêma li Kerkûk bi we daye?

 

– Eve neberfirehbûne belku mafê meye. Bila vegerîn ser dîrokê û rastiya dîrokê û cografyayê bixîn rû, an jî piştî ku têda asayî kirina pêvajoyê bila em vegerîn li ser nêrîna xelkê Kerkûkê, em daxwaza tiştekî nakîn li dijî kesek, belku daxwaza mafeke destgîrkirî dikîn.

 

* Gelo li nav Erebê sunne da hinek kes hene ku van nêrînên we têbigihin? Ji serkirdeyên siyasiyan an jî Ji endamên lîsta Ellawî?

 

– Belê bêguman lê belê bi mixabinî rewşa Bexda wiha lêhatiye her kesek helwesteke tund li dijî Kerkûk nîşan bide û dijayetiya Kerkûkê bike bi nîştîmanperwer tê qebulkirin.

 

* Ku wate gelo danustandina li jêr mêze guftûgoya li gel Kurd, ji ewa li ragihandinê da tê bihîstin cûdane di derbarê berbijêrên Erebê sunne ve?

 

– Belê bêguman

 

* Me wiha bîhîstiye ku we girift li gel Usame Nuceyfî heye û ew jî li nav Lîsta Ellawî daye?

 

– Me tu giriftek li gel wê yekê da tûne ji ber ku ewî bi xwe girift ji bo xwe çêkir.

 

* Gelo ew mesele we ji lîsta Ellawî dûr dixe?

 

– Eger li ser wê reftarê berdewam bû bêguman eve tişteke ku nayê qebûl kirin lê belê eger bi reftar û nêrînên xwe yên şexsî xwe bibêje eve meseleyeke dine û dûpat dikim ku tu dijmindariyeke me li gel wî da tûne.

 

* Lê belê zehmete nêrîna kesekî siyasî bê guhertin?

 

– Ku wate me jî tu tişteke hevbeş li gel wî da tûne.

 

* Êdî çawa Hikûmeta yekbûna nîştîmanî pêktînin?

 

– Ew endamê lîsta El Iraqiye ye ji bo wê yekê pêwîste lîsteya wî vê pirsê yek alî bike.

 

* Ewê ku em dibihîsin lîsta Dewleta Yasa û Îtîlafa Nîştîmaniya Iraqî wiha mijulin ku hevpeymaniya Kurdistanê li hevdû nêzîk dibin, Sadirî jî bi wê merca Malîkî nebê Serok Wezîr li nav wê grûpedane bi hebûna Ellawî bi şexsê xwe û bi hizba xwe, wê hevbendiyê ji rastiyê ve nêzîke ne wiha ye?

 

– Niha ew axaftin bi tenê pêşbînîne, pêwîste pêkanîna Hikûmetê wan 4 lîsteyan li xwe bigre, me jî veto li ser tu kesek tûne tenê Usame Nuceyfî jî me tû tiştek li dijî wî da jî tûne û ew wê rêyê hilbijart û alaya dijayetî kirina Kurd bilind kir. Eger helwesta xwe guherî me girift nîne. Lê belê eger bixwazê dijayetiya Kurd bike û post jî werbigrê eve li cem me Kurdan nayê qebûl kirin.

 

* Ew awayê ku min behs kir wiha mijule ku bibe rastî ne wisa ye?

 

– Me li vir li Herêma Kurdistanê tu biryarek nedaye çawa û li gel kî hevpeymanî girêbidîn, roja şemiyê emê hevdîtinek li gel lîsteyê serkeftiyên Herêma Kurdistanê da bikîn û li wê civînê de emê biryara xwe bidîn.

 

* Li ser çi bingehek?

 

– Şêwirîna li gel lîsteyên serkeftiyên Herêma Kurdistanê da dikîn û helwesta xwe ji bo hevpeymaniya li gel lîsteyên din radigihînîn û şandek ji hemû lîsteyan pêktînin da ku guftûgoyeke cîddî li gel lîst û aliyên din destpêbikîn.

 

* Ku wate hun Kurd Li Bexda dibine yek deng?

 

– Belê eve daxwaza meye û ez bawerim her ew jî tê holê.

 

* Birêz Barzanî hun Serokê Herêma Kurdistanê ne û li gor encama hilbijartinê hun serkirdeyê hemuyanin, ji bo wê yekê îro dipirsim Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser çi bingehek li gel siyasiyên Bexdayê hevpeymaniyê girêdidin?

 

– Niha ez ne tenê take serkirde me.

 

* Lê belê li rastiyê de hun têne dîtin, gelek rêzê me ji bo birêz Talebanî heye ew dengeke zêde ji bo Lîsta Goran û Newşîrwan Mistefa ji destda hun li pêvajoyeke gelek baştir de bûn?

 

– Em bi pêkve bi yekbûniyê bihêzîn û bêguman yekbûna xwe jî diparêzîn, me veto li ser tu lîsteyek nîne me 2 bername heye ya yekem bi pêvajoya Iraqê ve pêwîste, ewê din bi Herêma Kurdistanê û pêwendiya Herêm bi Bexda ve pêwîste. Bêguman her hevpeymaniyek pêwîste li ser bingeheke girêdayîbûnê be bi destûr û demokrasiyetê bi hebûna hevbeşiyeke hevsengê çalak û kara û nabê tu pêkhatek bê îhmal kirin. Di derbarê pêwendiya di navbera Bexda û Hewlêrê jî bêguman cext li ser cih bi cih kirina destûr û maddeya 140 a destûrê dikîn. Eve ji bilî pirsa Neft, Xaz û Pêşmerge, pêwîste di derbarê van meseleyan de bigihîn çareseriyek. Ez bawerim eger niyeteke baş li vî derbarî de hebin tu astengek li ber vê proseyê da nabê.

 

* Birêz Barzanî em baş li wê yekê têdigihîn ku demeke gelek hestiyare ji bo wê, hun li şêwirî û guftûgoyê dane li nav bazareke gelek bi navûdeng û kesayetiyê naskirî lê belê hun dibêjin me veto li ser kesek tûne, wekî mînak Malîkî li gelek ji wan sozên ku Kurda dabû piştguh xistiye bi taybetî di derbarê Kerkûk û kompanyayên neft.  Ku wate çawa dibêjî me veto li ser kesek nîne û çawaa bi gelê xwe dibêjî careke din dest li nav destê wan kesan datînîn ku li ser sozên xwe de nemaye?

 

– Nexêr mesele wiha asan nîne, têbîniya min heye û min pêşbîniya tiştê baştir jî ji birayê birêz Malîkî dikir. Birastî lê belê pêwendiya li navbera me negihîştiye wê radeya bêhêviyeke tevahiya veqetandinê. Belê têbîniyên me hebû ku rû bi rû min jêra got û naxwazim biçim nav naverokeke zêdetir.

 

* Tu mîsogeriyeke bi we da eger bê û bibe Serok Wezîr tiştê baştir ji bo we pêşkêş bike?

 

– Bi her awayî eger Malîkî an jî keseke din bêne ser hukim pêwîste hemû tiştek nivîskî bê û dokumênt û bi îmzakirî bê wate nabê tenê pişt bi soz û niyetpakiyê girêbidîn, pêwîste hemû tiştek ronahî û eşkere û parastî bê.

 

* Hun li Parlemena berê de zêdetir bûn, wekî dihate gotin dirustkerê dawiyê bûn, lê belê îro eger li gel Ellawî jî da bîn hun nikarin tiştek bikin ku wate li ser çi bingehek hun mîsogeriyê werdigrin?

 

– Hejmara me her çiqas bê li gel yek lîst naçîn belku li gel her 3 lîst da diçîn lê belê eger lîsteyek bi daxwaza xwe xwe cudakir eve tişteke dine, lê belê bi tenê li gel yek lîst da naçîn.

 

* Hun pêdagîriyê li ser wê yekê dikin Kurd li gel her 3 lîste yekdeng dibe û li dijî tu lîsteyek nabê bi taybetî li gel Dewleta Yasa li dijî El Iraqiye ne wisa ye?

 

– Belê wisa ye, wekî ku min got eger lîsteyek bi daxwaza xwe xwest ji me veqete ew li biryara xwe de azade.

 

* Serokayetiya Komar vê carê jî ji bo weye?

 

– Bêguman me Mam Celal ji bo wê postê berbijêr kiriye, gelek lîsteyên din jî an ku nêrîna hemû listeyan wihaye.

 

* Gelo em li ber rewşeke wekî awayê Lubnanê dayîn, Serokê Komar Kurde, Serokê Hikûmet şî’eye û Serokê Parlemen sunneye?

 

– Hez dikî behsa rastiya Iraqê bikîn an behsa wan tiştan bikîn ku kesên din dixwazin guh bidinê? Li gor rastiya Iraqê şî’eyan dengê xwe daye lîsteya şî’eyan li navçeyê şî’eyan, sunne û Kurd jî her wiha li navçeyên xwe de deng dane xwe eve rastiye.

 

* Eve çi wateyek dide?

 

– Eve wê wateyê nîşan dide ku Iraq ji du neteweyên serekî Kurd û Ereb pêktê li gel rêzên min ji bo neteweyên dinê ku li vir da dijîn. Lê belê pêkhatê serekiyên Iraqê şî’e û Kurd û sunne ne.

 

* Lê belê gelek bala min dikşîne hun kurê şoreşin û hun serkirdeyeke gelek bihêzin. Îro hun serkirdeyê duyemîn netewene li Iraqê da çawa qebûl dikin ku awayê dewleta Iraqê wiha be? Ramana dewleta hemwelatî bûnê çi li ser hat? Kurd li bakûr û şî’e li başûr Herêma xwe hebê sunne bo ku diçin?

 

– Sunne jî hene û ew jî navçeya xwe li naverast û rojava hene.

 

* Hun piştgiriya Iraqeke bi vî awayî dikin?

 

– Babetek heye ku naxwazî bibêjî an jî te ji bîr kiriye ew jî babeta neft û dahata nefte, em li gel wê yekê dane ku nefta Iraq û dahata vê neftê ji bo hemû Iraqiyane bi şî’e û sunne û Kurd, ku wate tu metirsiyek ji bo dirustbûna Herêma sunne nîne ji bo zanyariya we jî ew herêm dewlemende.

 

* Navê wî buye herêma sunne?

 

– Mebesta min ewe ku eger hate pêkanîn, lê belê eve rastiye. Axaftina ji bo medya û hêvî û daxwaz tiştekin û rastî tişteke dine.

 

* Êdî di derbarê Kerkûk? piştî wê dabeş kirinê dê çarenivîsa wê berev ku ve diçe? wekî mînak lîsta El Iraqiye li Kerkûk encameke ku nedihate texmîn kirin bi destxist li gor nêrîna çavdêrên siyasî, wan nîvê kursiyan zêdetir û li nîvê dengan bi destxist?

 

– Ev encam beramber Kurd nebû, belku beramber lîsta hevpeymaniya Kurdistanê bû, Lîsta Goran û Yekgirtiya Îslamî û Komel jî deng anîbû. Eger dengê wan bixin ser dengê lîsta hevpeymaniya, Kurd dibê zêdehiyeke mezin.

 

* We ew bawerî heye ji bo wê yekê we lîsta Ellawî wekî hevpeymanî du qolî dûr xist?

 

– Hevpeymanî du qolî xizmeta Iraqê nake, çawa dibe lîsta Dewleta Yasa û Îtîlafa Nîştîmanî bê îhmal kirin? Bi wateya wê yekê zêdetirê nîvê Iraqê tê îhmal kirin.

 

* Birêz Barzanî kî dixwaze wan îhmal bike?

 

– Kî îhmal bike‌?

 

* Îro hewleke cîddî ji bo dûr xistina lîsta El Iraqiye li holê daye belê hun lîsta mezintirîn li ruyê hejmara dengdanê ve lê belê destûr behsa lîsta zêdetirê Parlemenê dike piştî hevpeymanî gelo eve taktîkeke Herêmiye?

 

– Dibe ku belê, bi mixabinî dewletên Herêmî bi awayeke neyînî dest li karubarê Iraqê dikin.

 

* Bi çi awayek?

 

– Bi awayekî ku li gel berjewendiyên wan biguncê.

 

* Îran wekî mînak?

 

– Hemû bi bê cudahî.

 

* Gelo raste îro nifûsa Îran li nifûsa hemû dewletên Erebî, Tirkiye û Emerîka zêdetire li Iraq?

 

– Ez wê yekê înkar nakim Îran nifûseke zêde li Iraqê da heye.

 

* Gelo mezintirîn nifûse?

 

– Dibe ku.

 

* Mebesta serdana Serok Talebanî ya Îran û hevdîtinên li gel çend kesayetiyek eve çi bû?

 

– Dawetname pêşkêşî serkirdeyê wan welatan kiribûn ku cejna Newroz li cem wan cejneke netewiye, ew diçine Tahran û li wir komdibin.

 

* Gelo dawet gelek girîng bû birêz Barzanî? Serok Talebanî rûniştvanên civata Erebî bi cîh hişt?

 

– Ewê ku min bihîstiye daweta fermî pêşkêş nekiribûn ji bo amadebûna li lutkeya Erebî.

 

* Gelo eve peyameke li Ereb ve bo hemû Kurd ku li hevpeymanêtiyan nerazîne?

 

– Mam Celal Serok Komarê Iraqe û nûnerayetiya hemû Iraqê dike, lê belê dawetname pêşkêş nekiribûn. Ji bo wê yekê neçuye Trablus ji bo runiştina civata Erebî, min wiha bihîst.

 

* Wezareta Derve îro yê weye li qonaxa bê, gelo hun heman wezaretan dixwazin an Wezareta Neft bo we baştire?

 

– Ew babet hê jî yek alî nebûye, lê belê dibe ku temaşa van meseyan jî bikîn û dibe ku biçîne Wezareteke din.

 

* Cenabê Serok me behsa nifûsa Herêmî kir, hemû tedexul dikin û hun baldikşînin li ser, ez dixwazim behsa tişteke girîngtir bikim, ku li firokxaneyê dabezîm siruşteke xweşik û kesk li dewruberê Kurdistanê da min dît bi taybetî Hewlêr. Lê belê ewê bi pileyek min têbînî kir veberhênan li Kurdistanê zêdetir ji bo kompanyayên Tirkiye ye. Ev pêwendî balkêşe, gelo Tirkiye dijmine, doste, an bi tenê hevpeymanê bazirganiye?

 

– Tirkiye dewleteke girînge li navçeyê da û hevsû û cîranê meye û bi dirêjî nêzîkî 300 metir sinûrê me bi pêkve heye.

 

* Lê belê we dîrokekek gelek bi şer heye û Tirkiye heta niha jî navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran dike?

 

– Belê girift û nakokî hene lê belê me tiştên hevbeş jî li nav wan da heye. Dibe ku li dawiyê de pêwendî li gel Tirkiye berev baştir pêşkeftinê bi xwe ve bibîne, tenê li germiya nakokiyan da pêwendiya aborî û bazirganî bandor nebû. Kompanyayê Tirkî bi pleya yekem tê li veberhênana li Kurdistanê da hinek jî ji bo kompanyayê Erebî û kompanyayên din jî hatiye kirin ji bo Tirkan ev derfetek başe.

 

* Lê belê artêşa vî welatî niha jî sînorên we bombebaran dike eve wateya eve nade Tirkiye dewleteke bi hêze û artêş ji wî bi hêztire?

 

– Me herdem şermezariya bombebaranê kir û me te’edda kir li ser Herêma Kurdistanê û her navçeyeke Iraqê kiriye, lê belê berengarbûna van meseleyan li desthilata Hikûmeta Iraq daye. Me tu demek piştgiriya wê yekê nekir hêzên Tirkiye axa Iraqê bombebaran bike. Lê belê Tirkiye dizekirina çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê bo nav axa Tirkiye kiriye biyanî. Ji bo wê yekê ew van navçeyan bombebaran dikin. Ew reftar ji aliyê me ve nehat qebûl kirin. Ew navçe navçeyê çiyayên sextin û mesele bi bombebaran û tank û firoke çareser nabe.

 

* Êdî çawa çareser dibe?

 

– Ew girift bi rêya aştiyaneya demokratîk tê çareser kirin, me piştgiriya hengavên dawî ya dewleta Tirkiyê kir dema ku destpêşxeriyê ji bo çareseriya aştiyane kir.

 

* Lê belê cenabê Serok bê baweriyek li Suriya, li Tirkiye û li Îranê ve ev pêvajoya îro ya Kurd ku tênegihiştiye, gelo we berfirehbûnê divê? dirust kirina neteweya Kurd de dixwazê?

 

– Em mafê xwe dixwazin, ew mafên ku xwedayê mezin bi me bexşîne, ji bo çi Tirk mafê jiyanê heye û dewleta wan heye? Ji bo Ereb ew maf heye û ji yek dewletan zêdetir heye? Fars dewleta wan heye ji bo çi Kurd ji wê mafê bê beş bibe?

 

* Ji ber axa wê li nav serweriyeke Erebî daye?

 

– Nexêr nerast e, em li vir li ser wê têgihiştinên cudane.

 

* Ku wate hun dixwazin we neteweyeke Kurdî hebê?

 

– Neteweya Kurdî hebûna xwe heye û tiştek nîne ku nebê‌ û dirust bikîn, lê belê divê daxwaza xwe dabeş kiriye û dabeşkarî li ser hatiye ferz kirin. Lê belê ez bi tu awayekî li gel wê yekê da nînim bi tundutîjî ew maf bête holê, pêwîste ew mafê Kurd bê holê.

 

* Mesûd Barzanî kurê şoreşa Kurd û kurê Mistefa Barzanî ku îro em bi dîtina wêneyê wî şerefmend buyîn, tu bawer dikî ku ev dewlet bên û bibêjin eve axa we?

 

– Temaşa guhertinên navçeyê bikin nêzîkî 20 salên derbasbûyî de, wê demê kî pêşbîniya van guhertinên dramatîkiyan li Iraq û navçeyê da dikir? Hemû tiştek qabîlê guherînêye, lê belê neteweya Kurd heye û hebûna xwe heye lê belê hatiye dabeş kirin û zulm lê hatiye kirin.

 

* Lê belê ji bo bi destxistina wê mafê şer nakin?

 

– Ez piştgiriya tundutîjiyê nakim ji bo vê meseleyê ji ber ku me dixe li nav pêvajoyeke gelek naxweş û xwînî û bi bê tu encamek.

 

* Gelo ji ber wê yekê ye hun li gor pêwîst îro ne bi hêzin?

 

– Ez bawerim neteweya Kurd neteweyeke bi hêz û zîndiye û zêdetirê 100 sale li gel van dewletan dijî ku we behsa wê yekê kir bi hemû awayek hewldaye gelê Kurd û neteweya Kurd ji holê rakin lê belê Kurd nasname û hebûna xwe parast û da zanîn ku ne artêş û ne firoke nikare gelek ji holê rake. Vê ezmûnê me bi xwîn û keda xwe selmandiye.

 

* Îro pêwendiya we li gel Emerîka çawaye?

 

– Me pêwendiyeke gelek baş li gel Emerîka heye.

 

* Lê belê li gelek pirsên navxoyî da hun bi hevre nebûn?

 

– Wekî çi?

 

* Rîşekêş kirina be’es?

 

– Em di derbarê wê pirsê li gel Emerîkiyan bi rêyek neketîn, ji ber ku Herêma Kurdistanê li pirsa rîşekêş kirina be’es berpirs nîne ew girift li Herêma Kurdistanê da nebû.

 

* Nifûsa Emerîka îro li Iraq bi giştî çawa dibînin?

 

– Bêguman nifûsa Emerîka bandoreke zêde heye lê belê ne wekî salên berê.

 

* Bila em vegerîn li ser pirsa hevpeymaniyan, îro naveke din ji bo Hikûmetê dixin pêş ne Ellawî û ne Malîkî, gelo hun piştgiriya vê ramanê dikin?

 

– Bi rastî tu zanyariyeke min li vî derbarî de tûne û niha bi tenê axaftinên ragihandin û pêşbîniyên vî û wî ne.

 

* Lê belê hun li ser hêla germê pirsgirêkêne, îro jî şanda Lîsta El Iraqiye li cem we bûn?

 

– Belê raste lê belê ev mesele nehatiye axaftin. Wekî ku min got roja şemiyê hevdîtinek li gel lîsteyên serkeftiyên Kurd encam didîn û şandeke Kurdistanî pêktînîn ew şand jî berpirsiyariya şêwîrînê li gel lîsteyên din da digrê stuyê xwe.

 

* Birêz Barzanî axaftinek heye guwaye Kurd dilê wî bi gengeşeya pêvajoya Bexda ve xweşe, Sedirî veto dixin li ser Malîkî û Ellawî nayê qebûl kirin lê belê her tişt li xwest û daxwaza we da nebê hun yekser nerazîbûnê nîşan didin gelo eve raste?

 

– Nexêr eve nerast e, dema rejîm rûxa ez û birêz Mam Celal çuyîn Bexda û yekbûna Iraqê me parast.

 

* We çawa parast?

 

– Rêxistin li Bexda nebû, welat rûxabû. Li Herêma Kurdistanê da tu valahiyeke siyasî û îdarî rû neda.

 

* We ji bo berjewendiya Iraqê bi giştî çi pêşkêş kir neku tenê ji bo Herêm?

 

– Me beşdarî li pêkanîna Hikûmetê kir li Encûmena hukim ve ji bilî artêş ji bo zaniyarî jî yekemîn 3 lîwayên artêşa Iraqê ji Pêşmergeyên Kurd hate damezrandin, ne şî’e û ne sunne jî amade nebûn vegerin nav artêşê. Piştî damezrandina artêşa Iraqê fermandeyên Kurd ji artêşê dûr xistin, bi vî awayî bersîva başiya me dan.

 

* Ji ber vê sedemê we 3 sal berî niha li hevpeyvîneke El Erebiye de got em dixwazin leşkereke bergirê Kurdistanî dirust bikin?

 

– Min negot leşker, min got Pêşmerge li gor destûr hêzeke yasayî û destûriye û pêwîste ew hêz bêne yek xistin.

 

* Êdî çek ji ku tînin? Ji budçeya Iraqê?

 

– Nakokî li vire heta niha yek dînar jî ji budçeya Iraqê ji bo Pêşmerge nehatiye serf kirin, ji budçeya Herêmê ve hatiye serf kirin.

 

* Budçeya Herêmê ji ku tê?

 

– Li beşa Herêm li dahata giştî ya Iraqê ku rêjeya wê ji sedî 17 e, budçeya Herêmê jî li nefta Kerkûk û kêlgehên dinê neftê ve tê ku zêdetirê wan ji Kurdistanin her wiha li başûr jî wekî ku bi rêkketîne nefta Iraqê ji bo hemû Iraqe û kes minetê li ser nake. Li dema derbasbûyî de li Kurdistanê gihîştîne wê radeyê rojane 100 hezar bermîlê neft li Kurdistanê da biçê derve dahat jî diçe xezîneya dewletê.

 

* Hun bawer dikin li paşarojê de qeyranek li vî derbarî de dirust bibe di derbarê nefta Kerkûk û navçeyên din û kompanyayên neft. Wekî mînak Îran gelek bi awayeke asayî tê hundir û alayê xwe datîne?

 

– Ew girift li Kerkûk û li Herêma Kurdistanê da tûne lê belê em li dijî wê tedexul û zêdeçûnê ne ji aliyê Îran û her dewleteke din be.

 

* Çawa dikarin wiha bikin li demek da hûn li virin û pêwendiya we tenê li gel şî’e da başe?

 

– Bila bi eşkere biaxivin, heta niha tu berpirseke şî’e axaftin li dijî maf û berjewendiya gelê Kurd nekiriye dehan kes dibe ku xwe bi nûnerên birayên sunne datînin bi bê du dilî Kurdan tometbar kirine û li dijî her daxwazeke Kurd rawestane dikarin pirsiyar li her takeke kolana Kurd bikî heman bersîvê dê bidin we.

 

* Lê belê Ellawî îro hevpeymanî li gele dibe ku behsa wan bikî li demek de heval û hevpeymane li gel we lê belê gelek bala min dikşîne gelo bo we baş nîne dibe ku nêzîk bibin da ku ew bibê navbijkarek li navbera we da?

 

– Ew nûnerê hemû sunne nînin, eşîreta Erebî hene pêwendiya me ya dîrokî li gel wan da heye û li sînorê Herêma Kurdistanê rûdinin û dikarî biçî cem wan û wan bibînî tenê li hilbijartinê da deng bi Kurd dan û deng bi Ereb nedan. Kesayetiyên gelek birêzên Erebê sunne hene piştgiriya gelê Kurd dikin û pêwendiyeke baş me li gel wan da heye.

 

* Êdî ji ber çi li grupên siyasî da tune?

 

– Belê hene wekî mînak Dr Rafî Îsawî kesayetiyeke gelek birêze, her wiha Dr. Eyad Samerayî eve ji bilî li eşîretên Cibûr ku pêwendiyeke me yê dîrokî li gel wan da heye lê belê hinek kes hene dijayetiya Kurd dikin ew tenê xizmetê bi Ereb jî nakin.

 

* Birêz Barzanî li Silêmanî lîsta Goran bi Serokayetiya Newşîrwan Mistefa qa’îdeya pêvajoya siyasî şikand, lê belê li Hewlêr ev tişt nebû ji ber çi?

 

– EW giraniya xwe li Silêmaniyê ne.

 

* Lê belê tê gotin Barzanî li vir da desthilatê girtiye dest û rastî eşîrî yarmetiya wê tiştê dide gelo hun li gel vê axaftinê dane?

 

– Hilbijartin bi rêyeke demokrasî û azad dibê xelk li hilbijartina xwe de azade.

 

* Lê belê rikeberê we tûne?

 

– Belê hebû li hilbijartina Serokayetiya Herêma Kurdistanê de rikeberê min hebûn û 3 an 4 bûn.

 

* Wiha tê axaftin ku pêşxistineke gelek lezgînî li Hewlêrê de heye li bajarokan heta paytext û bajarên mezin bi raya we ew pêşkeftin başe û çima nezûtire?

 

– Welatê me bi yekcar rûxabû eve jî ji bo me destpêke.

 

* Lê belê behsa bîrokratiyet jî tê kirin li veberhênanê da?

 

– Hemû tişt ji bo me nûye û me pêwîstî bi şarezayiyê heye, em nabêjîn pêvajoya me mînake. Lê belê kemasî hene lê em sûrîn li ser wê yekê ku berev paşarojeke baştir biçin.

 

* Li dawiya hevpeyvînê de birêz Barzanî gelo hun bi paşaroja Iraqê piştî şêwirî û guftûgoyê geşbînin an jî qeyraneke mezinê siyasî li holê da heye?

 

– Ez geşbînim lê belê li gel wê yekê jî pêşbîniya wê yekê dikim prose ne asane, ji ber ku zehmete.

 

* Asteng çine?

 

– Asteng gelekin kes nikare li yek cihî kom bike.

 

* Lê belê gelo ew astengên derekî Herêmîne an jî kesên taybetin wekî mînak?

 

– Tevlîbûn û berjewendî hene, destêwerdana Herêmî heye û hestiyarî heye.

 

* Lê belê îro ji bilî Eyad Ellawî û Nûrî Malîkî navên din jî têne holê wekî Ce’fer El Sedir û ewên din gelo hun li gel wan navanin?

 

– Me heta niha tu berbijêrek diyar nekiriye lê belê demeke nêzîk de em tevlî guftugoyên cîddî dibîn bi hemû naverokan ve hewl didîn bigihîn peymanek ji bo diyar kirina berbijêrek.

 

* Zaniyariya we di derbarê vekişana Malîkî çiye ji postê xwe tenê ji lîsteya wî da li hizba De’we jî hinek kes hene dibêjin ne girifte Malîkî vedikişê hinek jî dijî wê wan axaftinan dikin. Zanyariya li vî derbarî de çiye?

 

– Em jî heman tiştan dibihîsin û pêwendiya me li gel wan da heye lê belê wekî dizanîn heta niha Malîkî berbijêrê hizba De’weye.

 

* Gelo guhertina helwestê li hizba De’we li holê da heye?

 

– Eger hebe jî bawer nakim keseke din bibe bedîl an ku yedekê Malîkî.

 

* Dibe ku Sedirî li dijî Malîkî li gel Ellawî bin heta Malîkî nebê Serok Wezîr?

 

– Pirsiyara we zehmete û nikarim bersîva wê bidim.

 

* Tu siyasiyetmedareke şarezayî û dikarî vê pêvajoyê şîrove bikî.

 

– Ez dizanim Sedirî hestiyariya wan beramber Malîkî heye lê belê gihiştina bi peymanek li gel Malîkî bi dûr nizanim wate li navbera Dewleta Yasa û Îtîlafa Nîştîmanî niha jî dema wê maye ku axaftin li ser vê tiştê bê kirin.

 

* Bi yek peyv çi bi Kurd û bi Iraqiyan dibêjî?

 

– Hêviya paşarojeke geş û dilxweşiyê ji bo Kurd û hemû Iraqiyan dixwazim, ji Kurdan dixwazim rêzên xwe yek bixin û bi yek ajanda û yek helwest û yek nêrînî biçin Bexda. Ji bo Iraqiyan jî bila berjewendiya Iraqê li ser ruyê hemû berjewendiyan bê û rê nedîn destêwerdanên herêmî li şuna Iraqiyan biryar bide û red bikin. Ez li gel baştirîn pêwendiya cîraniyê me li gel dewletên cîran lê belê eger dewletek bê û tevlî li biryara Iraqê bide li şuna Iraqiyan ez ji wan kesan me ku bi awayeke vekirî li dijî wê meseleyê radiwestim.

 

* Behsa Îranê dikî?

 

– Îran û hemû dewletan bi bê cudahî, belê em li wan dişêwirîn û raya wan werdigrîn, lê belê pêwîste Iraqî biryara xwe bidin.

 

* Biryara dirust bi raya we ji aliyê wan lîsteyan ve çiye?

 

– Ew 4 lîste dişêwirîn û li ser yek berbijêr rêk dikevin û Hikûmeta yekîtiya nîştîmanî dadimezrê.

 

* Bi yek peyv çi bi Ereban dibêjî?

 

– Kerem bikin serdana Kurdistanê bikin û rastiya pêvajoyê bibînin û guh nedin li wan propagandayên ku li dijî Kurdan tê gotin. 

 

Back to top button