Polîtîk
Generalek din jî hate girtin
Di çerçova doza plana “ Balyozê“ de, generalek din hate girtin. Ji berî niha di derbarê general Semîh Çetîn de dadgehê biryara girtinê dabû. Lê ew nehat dadgehê. Îro ew general hate dadgehê tawanên wî bi rûyê wî de hate gotin û ew rêkirin girtîgehê.
Parêzerê general Çetîn ji rojnemevana re got: “ General newxweş bû, li nexweşxana Gata dima. Ji bo biryara girtinê me tedawiya wî di nêvî de hişt û em hatin dadgehê û ew teslîm bû. Semih Çetîn nexweşe, tansiyona wî bilinde û êşa pişta wî jî heye. Ji xwe me di derbarê tenduristiya wî de rapor jî dan dadgehê.“