Civak

Korona firoştina çîmentoya li Kurdistanê kêmkiriye

Ji ber belavbûna virusa Korona, karkirina zêdetirê projeyên bînasazî hatiye ragirtin, ji ber wê yekê jî xwest li ser bikaranîna çîmentoyê kêmbûye, xwediyê kargehên çîmentoyê li Kurdistanê dibêjin firoştina kargehên çîmento bi rêjeya % 50 kêm kiriye.

Li Kurdistanê şeş kargehên berhemanîna çîmentoyê kar dikin ku ji kargehên Tasluce, Bazyan, Mas, Delta, Gasin û Kar pêkhatiye. Ev kargeh eger bi uze û enerjiyeke tevahî kar bikin, berhema wan ya salane digihe zêdetirê 16 milyon û 500 hezar ton çîmento. Lê belê niha bi rêjeya nêzîkî %45 berhemtînin û rojane nêzîkî 20 hezar ton çîmento berhemtînin.

Kargehên çîmentoyê li gor xwesta bazar niha rojane 12 heta 15 hezar ton çîmento dişîne bajarên Iraqê, beşek jî li Herêma Kurdistanê tê firotin. Eve di demek daye li sê meha yekema îsal da wate berî virusa Korona zêde bibe û qedexeya hatin û çûnê bê ragihandin, kargeh bi uzeyeke zêdetir ji % 90 kar dikirin û rojane 41 hezar ton çîmento berhemdianîn. 25 heta 30 hezar ton dişandin bajarên dinê Iraqê, ewê din jî li Herêma Kurdistanê dihate firoştin.

Back to top button