Polîtîk

Hêviya yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe

Meclîsa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê  û    Partiyên Yekîtiya Niştimî ya Kurdî daxûyaniyek hevbeş ji bo Raya gistî ragihandin. Bi vê daxûyaniyê hêviya yekrêziyekî li rojavayê Kurdistanê bi hêztir bû.

DAXUYANIYA HEVBEŞ:

JI RAGIHANDIN Û RAYA GÎŞTÎ RE

Di 16 Hizêranê de şandeyên Meclîsa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bidawî kirin û bi hevre gihiştin nêrînek siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (Rêvebirin, Hevbeşî, Ewlehî û Parastinê) yên Peymana Dihok a 2014 bikin bingeha berdewamkirina danûstandin û diyalogên di navbera herdu şandeyan de, wê peymanek gîştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.

Herdu şandeyan tekezî bi hevkarî û yekîtiya Kurdî li Sûriyê kirin û ev gav weke gavek dîrokî ya girîng ber bi lihevkirinek mezintir û hevkariyek pratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûrî de pêşwazî kirin.

Herdu şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan ên ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariyaDAIŞ.

Ev lihevkirin weke gava yekemîn a girîng ku em bi sponseriya Cîgirê Şandeyê Amerîkî yê Taybet ji Koalîsyona Navnetewî re Balyoz Wiliyam Robak û Fermandarê Gîştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mazlum Ebdî de gihiştinê.

Herdu şande, ji bo insyatîfa wî ya yek-kirina rêza Kurdî li Sûriyê General Mazlum Ebdî bi rêzdarî spas dikin, û ji bo destek û keda wan a di yekirina rêza Kurdî de Rêzdar Serok Masûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji misogerkirina pêşerojek demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin Dewleta Amerîka spas dikin.

Meclîsa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê          Partiyên Yekîtiya Niştimî ya Kurdî

16-Hizêrana 2020

Back to top button