Cîhan

Qedexeya hatin û çûnê 530 milyon kesan ji Koronayê parast

Du lêkolîn ji aliyê du zanîngehên cûda yên Amerîkî û Brîtanî ve hatine encamdan û behsa bandora qedexeya hatin û çûnê li rêgirîkirina belavbûna virusa Koronayê dikin. Li gor lêkolîna Zanîngeha Amerîkî, eger qedexeya hatin û çûnê nebûya, tenê li şeş welatan 530 milyon kesên din tûşî Koronayê dibûn.

Yekem lêkolîn ji aliyê Zanîngeha Berkeley a California (University of California, Berkeley) ve hatiye encamdan û welatên Çîn, Amerîka, Îran, Koriya Başûr, Fransa û Îtalya bi mînak wergirtine. Dibêje eger qedexeya hatin û çûnê nebûya 530 milyon kesên din tûşî Koronayê dibûn ku 60 milyon ji wan li Amerîkayê dibû.

Lêkolîna duyem Imperial College London encam daye û wê yekê xistiye rû ku qedexeya hatin û çûnê rêgiriyê li can ji destdana sê milyon û 100 hezar kesan bi Koronayê li Ewrupa kiriye.

Back to top button