Kêşeya Trump ya li ser pirtûka John Bolton

Çend rojeke îdareya Trump lêpirsîneke li Dadgeha Federalî ji bo ragirtina pirtûka bi navê (The Room Where it happened John Bolton) tomar kiriye. Pirtûk di derbarê wê yekê de ye ku nivîskar John Bolton Şêwirmendê berê yê Serok ya asayîşa neteweyî behsa dema karkirina xwe ya li Koşka Spî dike.

Li gor raporeke kovara New Yorker îdareya Trump vê daxwaza yasayî bi wê hêcetê ve tomar kiriye ku belavkirina wan zanyariyan ji aliyê Şêwirmendê berê yê Asayîşa Neteweyî ya Serok bandoreke xwe ya metirsîdar li ser asayîşa niştimaniya Amerîka heye ku li wê rêyê ve zanyariyên nihênî belavdibe.

Daxwaz li rêya Dadgeha Washington ve di derbarê pirtûka 500 rûpeliya Bolton ya li jêr navê The Room Where It Happened hatiye pêşkêş kirin ku pire ji zanyariyên nihênî. Ji bo wê yekê dawakarê giştî dibêje: “Bolton pêdaçûnê li pirtûka xwe da kiriye ku beşeke zêde behs li karên xwe yên li Koşka Spî dike ku li wê demê de li wir karkiribû û ew pêdaçûn li ser encama wê rêgiriya îdareya Trump bûye”.

Nerîna min :